Merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Zana Amed

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo gerîlayê HPG`ê Felat Hisên (Zana Amed) ku sala 2021`an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, merasîma sersaxiyê li dar xist.

Merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Zana Amed
Merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Zana Amed
Merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Zana Amed
Merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Zana Amed
Merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Zana Amed
Merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Zana Amed
Merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Zana Amed
Merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Zana Amed
Merasîma sersaxiyê ya gerîlayê HPG`ê Zana Amed
7 adar, 2023   16:50
HESEKÊ

 Şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û malbatên şehîdan beşdarî merasîma sersaxiyê ya li taxa Merşo bûn û sersaxî dan malbata şehîd.

Di merasîmê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Fatima Ab sersaxî da malbata şehîd Zana Amed û diyar kir ku şehîd Zana di oxira parastina xak û gelê xwe de canê xwe feda kir.

Ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê jî Ehmed Kerian wiha axivî: “Şehîd Zana Amed ji bo ku em jiyanek bi rûmet bijîn, tevlî karwanê nemiran bû.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvîn Silêman jî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Idrîs Oso jî tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û anî ziman ku ew hêza xwe ji şehîdên xwe digirin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Zana Amed hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Merasîm bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(cx)

ANHA