​​​​​​​Dayikên Aştiyê sûcên dewletên Tirk û Îranê şermezar kirin

Dayikên Aştiyê yên bajarê Tebqayê sûcên dewleta Tirk a dagirker û yên dewleta Îranê şermezar kir û gotin ew ê têkoşîna li hember zulmê xurt bikin hta ku aştî li tevahî cîhanê pêk were.

​​​​​​​Dayikên Aştiyê sûcên dewletên Tirk û Îranê şermezar kirin
7 adar, 2023   15:57
TEBQA

Dayikên Aştiyê û yên şehîdan ên Tebqayê li Goristana Şehîdan kom bûn û bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker û sûcên dewleta Îranê yê li dijî gelên herêmê şermezar kirin.

Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê  Fewziye El Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ruxmî karesata erdhejê dewleta Tirk ava Firatê li ser gelê Sûriyê qut dike û azarên wan zêdetir dike.

Di daxuyaniyekê de sûcên dewleta Îran ên qetilkirina jin, zarokan û jehrîkirina xwendekarên keç jî hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: "Mafê me ye bi aştî bijîn. Têkoşîna me ya ji bo pêkanîna aştiyê li tevahî cîhanê wê dewam bike."

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bo pêkanîna aştiyê erkên xwe bic bînin.

(bb)

ANHA