'Aliyên navneteweyî berpirsên jehrîkirina xwendekarên jin ên Îranê ne'

Saziyên perwerdeyê yên kantona Efrîn û Şehbayê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mafên jinan ên navneteweyî wekî berpirsiyarên kiryarên dewleta Îranê yên li dijî xwendekarên keç nîşan da.

'Aliyên navneteweyî berpirsên jehrîkirina xwendekarên jin ên Îranê ne'
7 adar, 2023   15:30
ŞEHBA

Têkildarî mijarê, Rêveberiya Dibistanan a Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê û Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan îro li Dibistana Şehîd Egîd a navçeya Ehdasê daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî ji aliyê endama nivîsgeha Rêveberiya Dibistanan Urûba Xelîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal li ser sûcên dewleta Îranê yên li dijî jinan hat kişandin û hat diyarkirin ku ev sûc berdewama zihniyeta baviksalar e.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê îranê bi pêşengiya jinan ji ber siyaseta qirkirinê ya dewleta Îranê rabû serhildanê û hat gotin: “Serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya li Rojhilat destpêka qonaxek nû ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan ên navneteweyî hat rexnekirin û ew wekî berpirsiyarên sûcên dewleta Îranê yên li dijî jinan hatin nîşandan.

(cx)

ANHA