Ji penaberên di peravên Lîbyayê de fetisî bûn, navên 7 kesan eşkere bûn

Ji penaberên ku di peravên Lîbyayê de fetisîn, navên 7 penaberên ji Sûriyeyê hatin zanîn.

Ji penaberên di peravên Lîbyayê de fetisî bûn, navên 7 kesan eşkere bûn
4 adar, 2023   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li peravên bajarê Tebreqê yê Lîbyayê keştiya penaberan a ku ber bi Îtalyayê ve diçû, noqî avê bû.

Li gorî agahiyên ku ANHAʹyê bi det xistine, 25 penaberên ji Sûriyeyê fetisîn û navê 7 kesan hatin zanîn:

Hecî Weyso (29), birayê wî Mehmûd Weyso Ehmed (30), hevjîna Hecî Weyso Bêrîvan Mihemed Fethî (27) û zarokên wan Elend (7), Levend (5), Fûad (4) ji gundên Bîr Mamê yê başûrê rojhilatê Kobanê ne, bekir Mehmûd (30) ji gundê Qiçik ê rojhilatê Kobanê û du kesên din ji heman gundî ne navên wan nehatin zanîn. Her wiha kesekî din ji Kobanê windayî ye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji windahiyan jinek ji Efrînê û du keçên wê hene.

Aliyên ku ev agahî dane ANHAʹyê diyar kirin ku cenazeyê kesên hatine dîtin, li Lîbyayê hatin definkirin.

Heta niha aqubeta 14 kesên din nayê zanîn.

(bb)

ANHA