Ji bo şehîd Raperîn Amed û Serhed Hesekê merasîmek hat lidarxistin

Şêniyên Hesekê ji bo fermandar Delal Azîzoglu (Raperîn Amed) şehîd Hesen Îbrahîm (Serhed Hesekê) sersaxî xwest.

Ji bo şehîd Raperîn Amed û Serhed Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Raperîn Amed û Serhed Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Raperîn Amed û Serhed Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Raperîn Amed û Serhed Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Raperîn Amed û Serhed Hesekê merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Raperîn Amed û Serhed Hesekê merasîmek hat lidarxistin
4 adar, 2023   14:10
HESEKÊ

Meclisa Mablatên Şehîdan a Hesekê ji bo yek ji pêşengehên Tevgera Rizgariya Jinan fermandar Delal Azîzoglu (Raperîn Amed) ya ku 17ʹê Hezîrana 2022ʹan şehîd bû û gerîlayê HPGʹê Hesen Îbrahîm (Serhed Hesekê) yê ku 2ʹê Sibat 2023ʹan li Metînayê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li parka Rêber Apo ya li taxa Nasira veda. Bi sedan şênî herikîn bin kon û merasîmek hat lidarxistin.

Di bin kon de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan ji rêveberên meclisê Rojda Ehmed axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker silav kir.

Rojda Ehmed li ser kesayeta şehîd Raperîn Amed jî got: "Şehîd Raperîn yek ji pêşengehên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye û ji şoreşgerên ku bi Rêbertî re sekinî û li gel wî kar kir. Şehîd Raperîn yek ji sembolên têkoşîna azadkirina jinan e."

Endama Rêveber a Meclisa Kantona Hesekê Fîdan Seydo axivî, di kesayeta şehîd Raperîn Amed de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û got: "Şehîd Raperîn 30 slaan li çiyayên Kurdistanê têkoşiya û cihê xwe di nava têkoşîna azadiya jinan de girt. Bi vê felesefeyê bi hezaran kes dane ser şopa wê."

Di merasîmê de ji fermandarên QSDʹê Rêvîn Kobanê got: "Em di qonaxeke dijwar re derbas re dibin. Rojane êriş li ser herêmên me têne kirin. Bii şehîdên xwe em naşkên, lê belê îrade û wêrekariya me zêdetir dibe.ʹʹ

Rêvîn Kobanê li ser şehîd Serhed jî wiha got: "Lêgervanê azadiya gelê xwe bû, di oxira parastina rûmeta gel û pêkanîna xeyalên hevalên xwe yên şehîd de canê xwe feda kir."

Rêvîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Endama Rêveberiya Mecilsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed nasnameya şehîd Serhed Hesekê xwend û radestî malbata wî kir.

Apê şehîd Serhed Hesekê, Luqman Îbrahîm diyar kir ku ew bi şehadeta biraziyê xwe serbilind e û soza şopandina xeta şehîdan da.

Merasîm bi diruşemên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA