Êrişên dijî xwendekarên keç li Îranê zêdetir dibin

Êrişên bi gaza jehrî li dibistanên keçan ên li Rojhilatê Kurdistanê- Îranê zêde dibin. Nerazîbûnên malbatên xwendekaran û raya giştî jî berfireh dibin. Çalakvan diyar dikin ev êriş wek tolhildana li beramberî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê kirin.

Êrişên dijî xwendekarên keç li Îranê zêdetir dibin
5 adar, 2023   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dawiya meha Mijdara 2022’yan de li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi gazên jehrî êrişê ser dibistanên keçan tên kirin. Li gorî, amaran heta niha zêdetirî hezar xwendekarên keç jehrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku duh li 33 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek dibistanên din rastî êrişên bi gazên jehrî hatin û di encamê de bi dehan xwendekar rakirine nexweşxaneyan.

Li aliyê din li çend bajaran malbatên xwendekaran xwepêşandan li dar xistin û nerazîbûn nîşan da. Lê hêzên dewleta Îranê êrişê malbatan jî kir.

Heta niha li parêzgehên Kirmaşan, Urmiyê, Sine, Îlam ên Rojhilatê Kurdistanê û li bajarên Heftekelî, Xuzistan, Tehran, Sefadeşt, Şehiryar, Perend, Kiwar, Qum, Kerec, Lahîcan, Reşt, Hemedan, Kebûderaheng, Tebrîz, Semîrûm, Kaşan, Zencan, Bicnurd, Esfehan, Birûcêrd û çend bajarek din ên Îranê bi sedan xwendekarên keç ji ber gazên jehrî rakirine nexweşxaneyan.

Rayedarên Îranê di derbarê van êrişên li ser xwendekarên keç de daxuyaniyên dijî hev didin. Herî dawî Wezîrê Karên Hindir yê Îranê Ehmed Wehîdî ragihand, wan çend mînakek bi guman derbarê jehrîketina xwendekarên keç de dîtine û niha di labaratuwaran de lêkolîn li ser tê kirin.

Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî van êrişan de, Encûmena Hawahengî ya Pîşeyî ya Mamostayan, bang kir ku  roja 7’ê Adarê her kes li dijî êrişên bi gazên jehrî tevlî xwepêşandanên seranserî bibin.

Li ser êrişan, Çalakvanê Siyasî yê Îranî Ebulfezil Qedyanî di peyamek de balkişand ser rola jinan a di serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de û got: “Armanca ji van êrişên li ser xwendekarên keç, tol hildana ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.”

Li aliyê din bi nêzîkbûna 8’ê Adarê (Roja Jinên Kedkar a Cîhanê) re çalakiyên jinên Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazên cûda berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Komîteya Jinên Urmiyê di peyamek de daxwaz ji hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir ku li dijî sîstema desthilatdariya Îranê rabin û azadiyê bi dest bixin.