​​​​​​​Dagirker gundên Kobanê topbaran dikin, birîndar hene

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker gundên rojhilatê Kobanê topbaran dike, di encamê de welatî birîndar bûn.

​​​​​​​Dagirker gundên Kobanê topbaran dikin, birîndar hene
4 adar, 2023   11:28
KOBANÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker bi guleyên obûsan gundên Kûltep û Bexdikê yên li rojhilatê Kobanê topbaran dike.

Li gorî agahiyên heyî di encama topbaranê de welatî birîndar bûne. Li kêlek wê jî gelek malên şêniyên gundê Bexdikê zirar dîtin.

(fr)

ANHA