Şandeyeke jinan serdana Helebê kir

Şandeyeke jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir ku rewşên mexdûrên erdhejê bişopînin û piştgiriya wan bikin.

Şandeyeke jinan serdana Helebê kir
4 adar, 2023   12:08
HELEB

Şandeya ku di 25′ê Sibatê de serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kiribû, ji endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî, cîgira Desteya Jinan Rûken Mela Îbrahîm, berdekva Komeleya Jinên Zenûbiya Xod Îsa El Elî, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyroz Xelîl, berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya Kecwan û endama Meclisa Jinan a PYD′ê Sara Xelîl pêk tê.

Armanca serdana ku hefteyekê dom kir, şopandina mexdûrên erdhejê û destekê bidin wan. Her wiha bi nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bicivin.

Şandeyê, tevî sazî, partî û meclisan bandorên erdhejê û astengiyên li hember şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bi sedema dorpêçê û siyaseta şerê taybet nîqaş kirin.

Jinan da zanîn ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hîna sembola berxwedanî û mînaka sekna li hember êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û serkeftina li dijî wan e niha jî li hember dorpêça ji hêla hikumeta Şamê ve şênî li ber xwe didin.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod Îsa El Elî ji ajansa me re li ser hûrgiliyên vê serdanê axivî û wiha got: "Me tevî şandeyeke ji tevger û rêxistinên jinan serdana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê kirk u rewşên mexdûrên erdhejê û dorpêçê bişopînin."

Xod wiha gotina xwe bi dawî kir: "Me di serdanê de hevgirtina şêniyên herêmê û însiyatîfên wan ên peydakirinê pêdiviyên jiyan û hevkariya meclisan bêyî piştdana li alîkariyên derve dît."

(fr)

ANHA