Bi sedan Qamişloyî berê xwe da konê sersaxiyê yê Raperîn Amed

Bi sedan şêniyên kantona Qamişloyê berê xwe da Qamişloyê ku beşdarî merasîma sersaxiya endama Meclisa Serokatiya Kongra Gel Raperîn Amed bin.

Bi sedan Qamişloyî berê xwe da konê sersaxiyê yê Raperîn Amed
Bi sedan Qamişloyî berê xwe da konê sersaxiyê yê Raperîn Amed
Bi sedan Qamişloyî berê xwe da konê sersaxiyê yê Raperîn Amed
Bi sedan Qamişloyî berê xwe da konê sersaxiyê yê Raperîn Amed
Bi sedan Qamişloyî berê xwe da konê sersaxiyê yê Raperîn Amed
4 adar, 2023   11:15
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehdan a Qamişloyê konê sersaxiyê ji endama Meclisa Serokatiya Kongra Gel Delal Ezîzoglu (Raperîn Amed) re li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veda. Raperîn Amed di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de di 17′ê Hezîrana par de şehîd bûbû.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên Qamişlo, navçeyên wê; Tirbespiyê, Til Hemîs, Til Birak û Amûdê, nûnerên ji partiyên siyasî, endamên sazî, meclis, Kongra Star, Kongreya Îslama Demokratîk û TEV-DEM′ê beşdar bûn.

Kon bi wêneyên şehîd Raperîn, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, PKK′ê û HPG′ê hate daliqandin.

Her wiha beşdaran li dengê şehîd ê têkildaîr rastiyê jinê li Kurdistanê û pêwîstiya bilindkirina têkoşînê guhdar kir.

Piştî guhdarkirinê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Qamişloyê Hêvî El Seyid şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Hêvî meha Adarê bi meha têkoşîn û berxwedanê bi nav kir, ji ber ku nîşaneya têkoşîna Kawa Hesinkar, Mezlûm Dogan û Raperîn Amed e û fedekariyên wan di oxira pêkanîna azadî ji civak û gelan re pîroz kir.

Hêvî di dawiyê de got divê têkoşîn ji bo parastina mîrasa têkoşîna van têkoşer û şehîdan were bilindkirin.

Li aliyekî din jî Hevseroka TEV-DEM′ê Rûken Ehmed axivî û got: "Şehîd Raperîn kesayeta jina azad temsîl kir. Ji ber ku roleke pêşeng di birêxistina civakê û perwerdekirina wê de ji bo pêkanîna fikir û felsefeya neteweya demokratîk de lîst."

Rûken da zanîn ku şehîd Raperîn rewşa gelan û rastiya dijmin ji aliyên hewl û berjewendiyên wan ve analîze kir. Ji lew re her tim hewl dide civakê têkildarî xweparastina ji van planên bi armanca qirkirina çandî, fikirî û fîzîkî ve hişyar bike.

Rûkenê gotineke şehîd Raperîn bi bîr xistin û wiha got: "Em dikarin bendên koletiyê yên li dijî civakan bişikînin, tenê ew yek bi rêxistinkirina civakî û zanakirinê pêkan e."

Rûken Ehmed wiha dawî li gotina xwe anî: "Şehîd Raperîn bi rêya têkoşîna xwe li tevahî qadan hezkirin û wefedariya xwe ji gel re temsîl kir."

Merasîm bi diruşên ′şehîd namirin′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA