Foza Yûsif: Jin xwedî hêza mezin in

Endamê Desteya Serokatiya PYD′ê Foza Yûsif da zanîn ku li gel jinan vîneke xurt heye ku dikare li hember tevahî astengiyan bisekinin û tu kes nikare vîna wan lawaz bike yan jî bişikîne.

Foza Yûsif: Jin xwedî hêza mezin in
4 adar, 2023   10:51
HESEKE

Di Foruma Jinan û rola wan di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku xebata wê vê sibehê li dar ketiye de Foza Yûsif axivî. Forum li Seyrangeha Şito ya li bajarokê Tiwêne yê Hesekê hate lidarxistin.

Foza di axaftina xwe de têkoşîna jina têkoşer û azad ku hewl dide jiyaneke azad pêk bîne pîroz kir û got: "Ji bo serkeftina şoreşa jinê em têkoşînê bilind bikin."

Foza wiha domand: "Jinê di Şoreşa Rojava de roleke girîng lîst her wiha di şaredariyan de jî roleke girîng lîst. Ji yekemîn xebatên jinê yên di şoreşa xwe de rêvebirina xebata şaredariyan bû."

Foza Yûsif jinên di oxira rêveberinê de canê xwe daye bi bîr anî û wiha pê de çû: "Wan jinan ev xebat û pêşxistina wê bi awayekî birêxistinkirî heta gihaştin şehadetê bi rê ve birin. Em jin di vê erdnîgariyê dizanin ku zihniyeta baviksalarî pêşketina jinan di tevahî aliyên jiyanê de red dikin û serkeftina şoreşa bi rêveberiya jinê naxwazin."

Foza destnîşan kir ku bi sedema têkoşîna jin, hemû şerê wê dikin û bi rê û rêbazên şerê taybet li hember wê disekinin ku vîna wê ya xwe dispêre fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bişikînin.

Her wiha Foza diyar kir ku jin xwedî vîna xurt e ku dikare li hember astengiyan bisekine û ev tişt anî ziman: "Tu kes nikare vîna jinan lawaz bike û bişikîne."

Foza anî ziman ku jin bi israr û hêz di rêya azadiyê ku hewl didin xwe ji zihniyeta baviksalariyê rizgar bikin li ber xwe didin.

Foza Yûsif di dawiyê de wiha got: "Çiqas hêzên şerê jinan li seranserî cîhanê dikin xurt bin, ew nikarin vîna jinan têk bibin, zirarê bidin wan û gavên wan bi paş ve vegerînin. Ew xwedî hêza mezin in."

(fr)

ANHA