​​​​​​​'Xeyalên Biçûk' 67 jinên sûriyeyî û iraqî gihandin hev

Bi dehan jinên ji herêmên cuda yên di sala 2021`an de li hev kom bûn, ji bo avakirina jiyaneke nû ji xwe û malbatên xwe re bi hev re astengî derbas kirin û ‘Komeleya Xeyalên Biçûk’ ava kir.

​​​​​​​'Xeyalên Biçûk' 67 jinên sûriyeyî û iraqî gihandin hev
​​​​​​​'Xeyalên Biçûk' 67 jinên sûriyeyî û iraqî gihandin hev
​​​​​​​'Xeyalên Biçûk' 67 jinên sûriyeyî û iraqî gihandin hev
​​​​​​​'Xeyalên Biçûk' 67 jinên sûriyeyî û iraqî gihandin hev
​​​​​​​'Xeyalên Biçûk' 67 jinên sûriyeyî û iraqî gihandin hev
4 adar, 2023   04:20
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Komele ji 67 jinên Kurd û Ereb ên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê (Qamişlo, Kobanê, Idlib, Dêrazor) û Iraqê, pêk tê. Ew jin destkarî û şêwekariyên ku ji dayikên xwe fêr bûne, bi profesyonalî çêdikin.

Berhemên cuda yên ku çand û folklorê bi bîr dixin, çêdikin. Hin jin hiriyê dirêsin, hinek neqşan çêdikin, hinek jî xwarinên mûnê û şêraniyan çêdikin.       

Çavdêra komeleyê Sîham Ehmed anî ziman ku bi rêya komeleyê alîkariya madî û manewî ji wan jinan re hat pêşkêşkirin, baweriya wan bi xwe xurttir kir û behreyên wan bi pêş xistin.

“Her tişt bi heweseke mezin tê çêkirin.” Bi vê gotinê Sîhamê bal kişand ser hezkirin û eleqeya jinan bi vî karî re û destnîşan kir ku her jinek li komeleyê xwedî avantajeke cuda ye û got: “Em bi hev re mîna xwişkan kar dikin û hêzê ji hev digirin, ji bo ku vî karî dewam bikin û xeyalên xwe pêk bînin.”

Sîhamê diyar kir ku ji ber bihabûna madeyan ew di karê xwe de zehmetiyan dikişînin. Sîham anî ziman ku kêmderfetî li pêşiya pêkanîna xeyalên wan dibe astengî û bal kişand ser şert û mercên zehmet ên aborî û wiha dom kir: “Her jinek li komeleyê hewl dide madeyan ji bo hevalên xwe jî peyda bike.”

Komeleya Xeyalên Biçûk dem bi dem ji bo piştgiriya behreyên jinan û teşwîqkirina wan pêşangehên karên destan û şêwekariyê li dar dixe. Heta niha li Qamişloyê 6 pêşangeh hatine lidarxistin.

‘DEMA EM HEV DIBÎNIN XEMÊN XWE JI BÎR DIKIN’

Endama komeleyê Cûmana Naqûh jî ku koçeberek ji Idlibê ye, diyar kir ku wan bi behreyên xwe herêmên Sûriyeyê kirin yek û li ber xwe dan. Cûmana destnîşna kir ku ew cudahiyê naxin navbera jinên Kurd û Ereb û got ku armanca wan pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê û xurtkirina behreyên jinan e.

Cûmana bal kişand ku beriya avakirina komeleyê, ew û jina bi navê Um Silêman (ku ew jî endama komeleyê ye) karê rês û dirûnê dikirin û difrotin.

Cûmana got: “Dema em hev dibînin em xemên xwe û zehmetiyên jiyanê ji bîr dikin. Ew wek malbata min a duyemîn in.”

‘FÊRKIRINA NIFŞÊN NÛ’

Li gorî endama komeleyê Kamîlya El Casim a ji pêkhateya Ereb a ji Qamişloyê, bi behan jin ku di nav de yên ji derveyî Sûriyeyê jî hene ji bo karê xêrxwaziyê li komeleyê gihaştin hev.

Kamîlya diyar kir ku ew bi vî karî vîna xwe nîşan didin û dixwazin mohra li jiyanê bixin û xwe îsbat bikin.

Çavdêr û koordînasyona komeleyê Fatima Mihemed Xelîl jî îşaret bi vê yekê kir ku jin xwedî hêz û îradeyek mezin in û got: “Ji bo ku ev pîşe ji holê ranebin, em nifşên nû jî fêr dikin. Ji ber ku pîşeyîn floklorî û resen ên herêmên me ne.”

Fatima hêvî kir ku projeya wan mezintir bibe û her jineke ku pêwîstiya wê bi desteka derûnî û madî heye di nava xwe de bigire.

(şx/cx)

ANHA