Li Şêxmeqsûdê dorpêç dewam e û alîkarî têra mexdûran nakin

Çend kamyonên alîkariya navneteweyî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn, lê têra peydakirina pêdiviyên şêniyên mexdûr nakin û hikumeta Şamê jî hîna di siyaseta xwe ya dorpêçkirina her du taxan de dewam dike.

Li Şêxmeqsûdê dorpêç dewam e û alîkarî têra mexdûran nakin
Li Şêxmeqsûdê dorpêç dewam e û alîkarî têra mexdûran nakin
Li Şêxmeqsûdê dorpêç dewam e û alîkarî têra mexdûran nakin
Li Şêxmeqsûdê dorpêç dewam e û alîkarî têra mexdûran nakin
Li Şêxmeqsûdê dorpêç dewam e û alîkarî têra mexdûran nakin
4 adar, 2023   00:36
HELEB

Alîkariyên derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûne zehmetiya rewşa jiyanî ya mexdûrên erdhejê nakin, ji ber ku kêm in û tenê pêdiviyên bicihbûnê ne.

Hikumeta Şamê di 20′ê Sibatê de hişt çend kamyonên tê de alîkariyên navneteweyî yên ji gelê Sûriyeyê re derbas bin. Lê hikumet hîna derbasbûna sotemenî, derman, ard û şîrê zarokan qedexe dike.

Girêdayî mijarê, Emel Ehmed Deşrenî koçbera li kampên Eşrefiyê wiha got: "Em ji roja yekemîn a erdhejê ve li vir in, zarokên me hene. Em û cîranên xwe li vir in. Malên me derizî ne. Em 3 malbat in û di vê konê de ne û em gelek astengiyan dikişînin."

Emel wiha domand: "Alîkariyên mirovî yên gihaştina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pir kêm in. Pêdiviya mexdûran bi alîkariyan heye."

′ŞÊNÎ ALÎKARIYA HEV DIKIN′

Emel dorpêça hikumeta Şamê şermezar kir û got ruxmî rewşa mirovî ya heyî hemû di rewşên zehmet re derbas dibin û wiha pê de çû: "Me tevan ew tirs dît. Lê ruxmî karesatê hikumeta Şamê hîn her du taxan dorpêç dike. Divê her kes di vê rewşê de bi hev re alîkar bin."

Emel bang li rêxistinên mirovî kir ku di vê karesatê de alîkariya gel bikin, ji ber şênî nikarin biçin malên xwe û pêdiviyên xwe bînin.

Emel wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêdiviya zarokên me bi şîr, xwarin û pêdiviyên bingehîn heye. Rewş li her du taxan kirêt e. Heta hin kar jî sekinîn. Rewşa giştî pir dijwar e."

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di rapora xwe ya dawî de diyar kiribû ku nêzî 60 hezar di hundirê her du taxan de koçber bûne.

(fr)

ANHA