​​​​​​​12 sal e Lîbya di nava aloziyê de ye

Dawiya Sibata 2023ʹyan de aloziya li Lîbyayê dikeve sala xwe ya 13ʹan. Aliyên ku piştî hilweşandina rejîma Qedafî gihiştin ser desthilatê heta niha nikarin saziyên hikumetê an jî artêşeke leşkerî ya yekbûyî ava bikin û nikarin welat ji milîs û çeteyan rizgar bikin.

​​​​​​​12 sal e Lîbya di nava aloziyê de ye
4 adar, 2023   03:29
QAHÎRE- MUHSIN EL MESRÎ

17ʹê Sibatê salvegera destpêka aloziya Lîbyayê ye ku hin kes wekî serhildana gel bi nav dikin. Ev yek piştî hilweşandina rejîma Muemer Qedafî hat ku 42 salan li ser desthilatê ma.

42 salên li ser desthilatdarî nikarîbû Qedafî ji aqubeta reş biparêze. Qedafî 20ʹê Mijdara 2011ʹan ji aliyê kesên navê şoreşger li xwe dikin ve hat girtin û hat kuştin. Cenazeyê wî li pêşiya girese hat pêşandan.

Bidawîbûna Qedafî ji Lîbyayê re nebû destpêkeke nû wekî ku hin kesan xeylan dikrin. Lê ji dema hilweşîna rejîma wî ve Lîbya di nava tevlihevî û aloziyeke siyasî û leşkerî de ye.

Piştî derdora 12 salan di ser girtina Qedafî re, hêzên siyasî yên lîbyayî hîna nebûne yek û li ser lidarxistina hilbijartinên serokatiyê ku karibe welatî ji aloziyê xilas bike, li hev nekirine.

Nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) yê li Lîbyayê Ebdullah Batîlî di civîna Konseya Ewlekariyê de ku 27ʹê Sibata borî hatibû lidarxistin got "Çîna siyasî ya li Lîbyayê di aloziyeke rasteqîn de ye û piraniya saziyên dewletê ji salan ve meşûîyeta xwe ji dest dane."

SAZIYÊN NE REWA

Saziyên ne rewa yên ku nûnerê NYʹyê qala wan dike ev in: parlamento, dewlet û hikumetên Debîbe û Başaxa û Meclisa Serokatiyê ne.

Di Tîrmeha 2022ʹyan de gel xwepêşandan li dar xist û daxwaza hilweşandina hemû saziyên siyasî yên ne rewa kirin. Xwepêşanderan ev sazî wekî sedemên aloziya li welat û dirêjkirina temenê wê nîşan da.

MECLISA BILIND A DEWLETÊ

Meclisa Bilind a Dewletê an ku Kongreya Nîştimanî ya Giştî yekemîn parlametoya demkî ya Lîbyayê ye. Ev meclis di sala 2012ʹan de  hat hilbijartin. Li gorî Peymana Sixêrat a ku sala 2015ʹan hate îmzekirin navê Kongreya Nîştimanî ya Giştî bû Meclisa Bilind a Dewletê. Ev meclis bûye odeya duyemîn a şêwirî ya parlametoyê.

Serokê Meclisa Bilind a Dewletê yê heyî Xalid El Mişrî ye. Serokê meclisê girêdayî koma Îxwan El Muslimîn û têkiliyên wî bi dewleta Tirk a dagirker re xurt in.

PARLAMENTO

Parlamento sala 2014ʹan ji bo 4 salan hat hilbijartin da ku çavdêriya avakirina destûra nû bike. Dema qanûnî ya parlamentoyê sala 2018ʹan bi dawî bû. Lê dîsa jî mîsyona xwe didomîne. Serokê parlamento Aqîle Salih xwe wekî nûnerê rewa yê yekane li Lîbyayê nîşan dide. Piştî Peymana Sixêran a sala 2015ʹan parlamento ji aliyê hêzên navneteweyî ve hat naskirin.

Parlamento û Meclisa Dewletê di nava nakokiyan de ne. Her yek ji wan xwe wekî nûnerê rewa yê gelê Lîbyayê nîşan dide. Lê di dema dawî de nêzîbûneke di navbera serokên herdu meclisan (El Mişrî û Salih) de li dijî hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe çêbûn.

HIKUMETA DEBÎBE

Hikumeta Nîştimanî ya Lîbyayê ji aliyê karsaz Ebdulhemîd El Debîbe ve tê birêvebirin. Têkiliyên Debibe bi dewleta Tirk re xurt in.

Hikumeta Debibe piştî biryara agirbestê ya di çarçoveya peymana Cinêvê de hat avakirin, diviyabû ev hikumet demkî bûye û bi lidarxistina hilbijartinên serokatî û yên parlamentoyê yên Kanûna 2021ʹê dema wê bidawî bûbûya. Lê di ev hikumet lidarxistina hilbijartinan de bi bin ket. Tevî ku dema hikumetê bi dawî bûye û hikumeteke nû bi serokatiya Fethî Başaxa ji aliyê parlamentoyê ve hatiye erdkarkirin, lê Debîbe terka desthilatê nake.

HIKUMETA BAŞAXA

3ʹyê Adara 2022ʹyan hikumeta Başxa li pêşiya parlamentoyê sond xwar ku dê kar û barên welat bi rêve bibe. Ruxmî ku salek di ser avakirina hikumeta wê re derbas bûye, lê heta niha îtîrafa navneteweyî bi dest nexistiye, ji ber ku ev hikumet di ketina nava Terablusê de û şerê li hemberî hêzên alîgirên hikumeta Debîbe de bi bin ket.

Di demekê de ku hikumeta Debîbe bi desthilatê ve girêdayî û qebûl nake dest jê berde, hikumeta Başaxa bajarê Sirtê bi rêve dibe. Ji wê zêdetir ji hikumeta Başaxa 3 wezîr ku ji aliyê komên çekdar ve hatinbûn binçavkirin, beşdarî rûniştina sondxwarinê nebûn.

Lîbya niha di rewşeke wiha de ye ku di navbera hikumetên Başaxa û Debîbe de nakokî hene û pirê caran şer di navbera hêz û milîsên çekdar ên herdu aliyan de diqewime.

MECLISA SEROKATÎ YA LÎBYAYÊ

Ligel herdu hikumetan û meclisên qanûsaz, Meclisa Serokatî ya Lîbyayê heye. Ev meclis wekî nûnerê desthilata rêveber a Lîbyayê tê dîtin û li gorî bendên lihevkirina siyasî ya lîbyayê ya sala 2015ʹan bi sponseriya NYʹyê hat avakirin.

Meclisa Serokatî ya Lîbyayê di sala 2020ʹî de jinûve hat sazkirin û endamên meclisên yên her sê herêmên Lîbyayê (Rojava, rojhilat û başûr) hatin damezirandin. Meclisa Serokatî ya Lîbyayê ku serokê wê Mihemed El Menfî ye, tu çareserî ji aloziya li welat re pêşkêş nekir.

NAKOKÎ Û PARÇEBÛN

Zêdebûna hikumet û parlamentoyan a piştî hilweşîna rejîma Qedafî li Lîbyayê ne tiştekî nû ye. Ev alozî vedigere şerê navxweyî yê sala 2014ʹan, dema ku Xelîfe Hefter operasyona "Kerama" li dijî milîsên li Terablusê ragihand û komên li aliyê rojava yê welat bi operasyona "Berbanga Lîbyayê" bersiv dan operaysona Hefter.

Di encamê vî şerê de hikumeta "Înqaz Wetenî" li rojava û "hikumeta demkî" li rojhilat hatin avakirin. Avakirina du hikumetan bandor li hemû qadên jiyanê; aborî, siyasî û civakî kir.

Ev şerê navxweyî piştî ku Kongreya Nîştimanî ya Bilind (Meclisa Bilind a Dewletê) ragihand ku dê vegere ser desthilatê û hikumetê ava bike, an ku beriya lidarxistina rûniştinên parlamentoyê ya 4ʹê Tebaxa 2014ʹan dest pê kir.

ŞERÊ ROJHILAT Û ROJAVA

Nakokiyên di navbera herdu parlamentoyan (Kongreya Nîştimanî û parlamento) de û radestnekirina desthilatê bo hikumeta nû, Lîbya ber bi aloziyeke siyasî ya tengav ve kişand. Ji bilî du parlamentoyan du hikumet jî hene. Hikumeta Enqaz di 25ʹê Tebaxa 2015ʹan de ji aliyê Kongreya Nîştimanî ve hate avakirin. Hikumeta demkî jî  aliyê parlamentoyê ve di Îlona 2014ʹan de hat avakirin. Hikumeta Enqaz rojavayê welat û hikumeta demkî rojhilatê welat kontrol dikin.

Ev senaroya piştî peymana Sixêrat a ku di Kanûna 2015ʹan de bi sponseriya NYʹyê li Mexribê hatibû lidarxistin, dûbare bû. Di vê çarçoveyê de hikumeta Wîfaq Wetenî (Rêkeftina Nîştimanî) bi serokatiya Fayîz El Serac ava bû. Ev hikumeta baweriya parlamentoya li rojhilat a ku destekê ji Hefter digire, bi dest nexist. Di heman demê de nikarî desthilata xwe li ser hêzên siyasî û leşkerî yên li welat ferz bike. Bi salan hikumeta El Serac rojava kontrol kir û Terablus wekî baregeh ji xwe re girt. Aliyê rojhilatê welat ji aliyê hikumeta demkî ya bi serokatiya Ebdullah El Senî û bi desteka leşkerî ya ji aliyê Hefter ve tê birêvebirin.

Ruxmî ku Hefter û Serac di salên 2017 û 2018ʹan de du civîn li Parîsê li dar xistin da ku bighêjin çareseriyê û hilbijartinên parlamento û yên serokatiyê pêk bînin, lê herdu civîn bê encam derbas bûn û tu lihevkirin pêk nehatin. Di Nîsana 2019ʹan de Hefter ji bo kontrolkirina Terablusê operasyoneke leşkerî da destpêkirin. Lê hêzên alîgirên hikumeta Wîfaq a ku desteka xwe ji dewleta Tirk digire li hemberî operasyonê li ber xwe dan. Di vî şerî de dewleta Tirk bi hezaran çeteyên sûrî şandin Lîbyayê ku li kêleka hikumeta Wîfaqê şer kirin. Tevkariya dewleta Tirk a bi hikumeta Wîfaqê re piştî peymanên tevkariya ewlehî û deryayî ya di navbera her du aliyan de pêk hat ku sala 2019ʹan de hatibûn îmzekirin.

Çileya 2020ʹî, Erdogan ragihand ku dê leşkerên Tirk bişîne Lîbyayê da ku li hemberî hêzên Hefter destekê bidin hikumeta Wîfaqê. Ji ber vê piştevaniyê hikumeta şerekî dijwar li hemberî hewldanên Hefter ên kontrokirina Terablusê pêk anî. Di Hezîrana 2020ʹî de serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî gefa xwar ku eger hêzên Wîfaqê ber bi Sirtê ve pêş de biçin dê destwerdana leşkerî li Lîbyayê pêk bîne.

AGIRBEST

Di encamên zextên herêmî û naveteweyî de, di 21ʹê Tebaxa 2020ʹî de agirbest hat îlankirin û dan û standin hatin destpêkirin.  17ʹê Îlonê Fayîz El Serac ragihand ku îstîfa bike û dê di dawiya meha Mijdarê de desthilat radestî desthilata nû bike.

Di salên aloziyê de, li piraniya paytextên erebî û rojavayî bi mijara çareserkirina aloziya Lîbyayê bi rêbazên siyasî civîn û kongre hatin lidarxistin. Li Parîs, Palermo ya Îtalya, Moskova û Berlînê civîn hatin lidarxistin. Piraniya hevdîtinan armancên çareseriya aloziya bi rêbazên siyasî pêk neanîn.

Di encama dan û standinên Cinêvê yên têkildarî Lîbyayê yên ku 5ʹê Sibata 2021ʹê bi sponseriya NYʹyê hatibû lidarxistin de, peymana agirbesta daîmî hat îmzekirin. Her wiha lihevkirin li ser avakirina Meclisa Serokatî û hikumeteke yekbûyî bi serokatiya Ebdulhemîd Debîbe çêbû. Di Adarê de hikumetê baweriya parlamentoyê bi dest xist da ku dest bi lidarxistina hilbijartinan bike.

Peymana Cinêvê bi elaqeyeke mezin a herêmî û navneteweyî hat pêşwazîkirin û ji bo gelê Lîbyayê mizgîniya çareserkirinê û pêkanîna hilbijartinên giştî bû. Biryar bû ku hilbijartin di 24ʹê Kanûna 2021ʹê de hatiban lidarxistin, lê heta demeke nediyar hat paşxistin.

Zêdetir 12 sal derbas bûn, lê hîna alozî, nakokiyên li ser desthilatê dewam dikin. Hikumeta Debîbe hîna bi desthilatê ve girêdayî ye û hikumeta Başaxa di qada navneteweyî de nayê naskirin. Axaftin hene ku dê di demeke nêzîk de hikumeta sêyemîn were avakirin.Neteweyên Yekbûyî  bi armanca yekkirina hêzên leşkerî û derxistina milîs û çekdarên biyanî, nêzîkkirina nêrînên parlamento û Meclisa Dewletê  hîna sponeriya hevdîtinên alîyên lîbyayî didomîne. 

ANHA