​​​​​​​Jinên Minbicê bi boneya 8′ê Adarê gul belav kirin

Çalakiyên 8′ê Adarê li Minbicê dewam dikin. Jin li benden kontrolê yên li bajêr geriyan û gul li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn belav kirin.

​​​​​​​Jinên Minbicê bi boneya 8′ê Adarê gul belav kirin
​​​​​​​Jinên Minbicê bi boneya 8′ê Adarê gul belav kirin
​​​​​​​Jinên Minbicê bi boneya 8′ê Adarê gul belav kirin
​​​​​​​Jinên Minbicê bi boneya 8′ê Adarê gul belav kirin
​​​​​​​Jinên Minbicê bi boneya 8′ê Adarê gul belav kirin
​​​​​​​Jinên Minbicê bi boneya 8′ê Adarê gul belav kirin
​​​​​​​Jinên Minbicê bi boneya 8′ê Adarê gul belav kirin
​​​​​​​Jinên Minbicê bi boneya 8′ê Adarê gul belav kirin
​​​​​​​Jinên Minbicê bi boneya 8′ê Adarê gul belav kirin
3 adar, 2023   13:39
MINBIC

Di çarçoveya çalakiyên 8′ê Adarê de ku bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî, ber bi şoreşa jinê ve" Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê li ser bendên kontrolê gerîn û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi vê boneyê pîroz kirin û gul dan wan.

Di çalakiyê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Yekitiya Jinên Ciwan, partiyên siyasî, meclis, xet û Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn.

Her wiha jin li geraca şaredariyê, Nexweşxaneya Firatê heta bi Saziya Birîndarên Şer geriyan, gul belav kirin û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.

Çalakî dê heta 8′ê Adarê dewam bikin.

(fr)

ANHA