​​​​​​​Berpirsê berê yê Parêzvanên Eniya Tirkmenan hate kuştin

Di mala berpirsê berê yê Fermangeha Parêzvanên Eniya Tirkmenan Tahir Îsmaîl de teqînek çêbû. Di encamê de Tahir Îsmaîl hate kuştin.

​​​​​​​Berpirsê berê yê Parêzvanên Eniya Tirkmenan hate kuştin
3 adar, 2023   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, li mala berpirsê berê yê Fermangeha Parêzvanên Eniya Tirkmen Tahir Îsmaîl ya li taxa Zubatî ya li Kerkûkê teqînek çêbû.

Hat ezanîn ku Tahir Îsmaîl destpêkê bi giranî birîndar bûye û li nexweşxaneyê miriye.

Her wiha nehat zanîn bê ka teqîn ji ber çi çêbûye.