Şaredariya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi derfetên pir kêm karê xwe didomîne

Tevî ambargoya giran û karesata erdhejê, Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi derfetên pir kêm xebatên xwe didomîne.

Şaredariya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi derfetên pir kêm karê xwe didomîne
28 sibat, 2023   00:49
HELEB

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû da bandoreke li gelek deverên Sûriyeyê kir. Ji ber erdhejê ziyan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ya ku ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine dorpêçkirin, çêbûn.

Ruxmî ambargoya giran, tunbûna alavan û sotmeniyê, Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi destan xebatê didomîne.

Hevserokê Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Selah Sîno anî ziman ku şaredarî her tim amade ye karê xwe pêk bîne û wiha domand: "Di encama erdheja destpêkê karesatek çêbû, em di xizmetê de bûn. 20ʹê Sibatê erdhejeke din a xurt çêbû, ji ber vê yekî ziyan gihiştin avahiyan û xetereya li ser avahiyên ku di erdheja 6ʹê Sibatê de bi ziyan bibûn, zêdetir bû."

Sîno destnîşan kir ku ruxmî derfetên pir kêm Şaredariya Gel xizmetê pêşkêşî welatiyan dike û hewl dide cihekî guncaw ji wan re peyda bike dema ku ji malên xwe derkevin.

Di roja yekemîn a piştî erdhejê de şaredariyê bernameyeke xebatê danî. Di vê çarçoveyê de hemû komîteyên şaredariyê ketin seferberiyê, nivîsgehên teknîkî yên şaredariyê bi hevkariya komînan dest bi tespîtkirina avahiyan kir.

Sîno got: "Gelek astengî li pêşiya şaredariyê hene. Pêwîstiyên şaredariyê bi gelak alavan hene ku karibin welatiyan ji xetereyên muhtemel xilas bikin. Bi îmkanên pir kêm rewş zehmet dibe. Avahî ji 5 û 6 qata pêk tên. Eger em biryara hilweşîna avahiyên xetere bidin, wê xebatên hilweşandinê bi rojan û hefteyan dirêj bikin."

Ji ber ambargoya ku Firqeya 4ʹan hikumeta Şamê ferz kiriye ku nahêle tiştek derbasî taxan bibin, Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi destan û alavên kevin avahiyên li ber hilweşînê dirûwîne.

Li gorî rapora Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li her du taxan 5 avahî hilweşiyan, pêwîstiya 12 avahiya bi rakirinê hene, her wiha 400 avahî ziyan dîtin.

Sîno îşaret bi vê yekê kir ku piştî erdheja wêrankirî rewşa mirovîya li Helebê bi giştî gelekî zehmet bûye û got: "Welatî di rewşeke dijwar de ne. Ambargoya ku dewam dike karekî derexlaqî ye."

Selah Sîno bang li hikumeta Şamê kir ku ambargoyê rake û wiha got: "Li van taxan Kurd, Suryan, Ereb û Tirkmen dijîn, ambargo kiryarekî derexlaqî û dermirovî ye."

(bb)

ANHA