​​​​​​​Xwendekarên li Şehbayê dê di bin konan de perwerdeyê temam bikin

Ji ber erdhejê zirarên mezin gihaştin dibistanên kantona Şehbayê û 15 dibistan hatin girtin. Çaverêye ku 5 hezar û 500 xwendekar perwerdeya xwe di bin konan de temam bikin.

​​​​​​​Xwendekarên li Şehbayê dê di bin konan de perwerdeyê temam bikin
​​​​​​​Xwendekarên li Şehbayê dê di bin konan de perwerdeyê temam bikin
​​​​​​​Xwendekarên li Şehbayê dê di bin konan de perwerdeyê temam bikin
​​​​​​​Xwendekarên li Şehbayê dê di bin konan de perwerdeyê temam bikin
​​​​​​​Xwendekarên li Şehbayê dê di bin konan de perwerdeyê temam bikin
​​​​​​​Xwendekarên li Şehbayê dê di bin konan de perwerdeyê temam bikin
​​​​​​​Xwendekarên li Şehbayê dê di bin konan de perwerdeyê temam bikin
28 sibat, 2023   04:30
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Meclisa Kantonên Şehba û Efrînê ji bo naskirina rewşa dibistanên kantonê, komeke endazyar erkdar kir. Di encamên xebata komîteyê de îsbat bû ku 15 dibistan ne amade ne. Li ser wê meclisê 3 hefteyan dibistan girtin.

Li Şehbayê 5 hezar û 500 xwendekar di wan dibistanan de perwerde didîtin. Meclisa Efrîn û Şehbayê civînek li dar xist da ku çareseriyên alternatîf peyda bikin. Meclisê dixwest dibistanan sererast bike û çareseriyên bingehên ji vê pirsgirêkê re bibîne, lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantonê ku nahêle madeyên avakirinê derbasî bibin, meclis neçar ma ku li çareseriyên din bigere.

Li gorî Hevseroka Meclisa Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Efrîn û Şehbayê Zelûx Bekir, ji bo dewamkirina proseya perwerdeyê meclisê biryar da ku konan vegire.

Zelûx Bekir got, 33 kon di hewşa Dibistana Şehîd Egîd ya Ehdasê de û 20 kon di Dibistana Şehîd Kendal a li gundê Til Qirahê de hatin vendan. Her wiha anî ziman ku eger kon werin peydakirin dibe ku 50 konên din li cihên din werin danîn.

Hevseroka Meclisa Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Efrîn û Şehbayê Zelûx Bekir diyar kir ku dema made û derfet peyda bibin dê dibistanên bi zerer sererast bikin. Zelûx Bekir bang li hikumeta Şamê kir ku yekser dorpêça li ser kantonê rake.

(şx)

ANHA