​​​​​​​Jinên Dêrazorê: Têkoşîna me wê heta azadiya Rêber Ocalan bidome

Jinên Dêrazorê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan xaleke fikirî û felsefî ya mezin di dîroka mirovahiyê de ye. Jinan soza domandina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan da.

​​​​​​​Jinên Dêrazorê: Têkoşîna me wê heta azadiya Rêber Ocalan bidome
27 sibat, 2023   15:16
DÊRAZOR

Komîteya Jinan a Meclisa Gel a bajarokê Hecînê yê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê semînereke li ser komploya navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan da. Endamên Nivîsgeha Jinan a Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên jin ên meclisên xwecihî, saziyên sivîl ên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê beşdarî semînerê bûn.

Semîner ji aliyê Hevseroka Meclisa Gel a bajarokê Hecînê Ayida El Colan ve hate dayîn.

Ayide El Colan anî ziman ku Rêber Ocalan xaleke fikirî û felsefî di dîroka mirovahiyê de temsîl dike û wiha domand: ʹʹRêber Ocalan tezên fikirî yên bêhempa pêşkêş kir û tezên wî bû materyalek dewlemend ji bo zanista dîrok û civaknasiyê.ʹʹ

Ayide El Colan bal kişand ser armanca komployê û got: "Dewletên kapîtalîst û hegemonîk bi komployê xwestin ramanê Rêber Ocalan neghêje gelan û rê li ber pêşketina fikirî ya gel bigirin."

Ayide El Colan soza şopandina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Gundewarê Rojhilat ê Dêrazorê Xîtam Hido anî ziman ku ramanê Rêber Ocalan aştiyane ne, banga jiyana hevbeş û ewlehiyê dike.

Xîtam Hido îşaret bi armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha domand: "Armanca komployê ew e ku ramanê Rêbertiya me têk bibin û wî ji civaka derve qut bikin. Lê ruxmî vê yekê jî nikarin ramanê wî ji holê rakin, ji ber ku girêdana me bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan xurt dibe."

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

ANHA