YBŞ: Fermandarên me Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyek ragihand di encama êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker ya li Şengalê de ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn û şervanek wan jî birîndar bû.

YBŞ: Fermandarên me Pîr Çeko û Agir Cefrî şehîd bûn
27 sibat, 2023   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê têkildarî êrişa îro ya li Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko û Agir li gel şervanek din dema xwestin herin taziyeya du ciwanên Êzidî, bûn hedefa êrişek hewayî. YBŞ’ê diyar kir di encama êrişê de her du fermandar Pîr Çeko û Agir şehîd bûn û rêhevalek wan jî birîndar bû.

Berfirehiya daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

 “Di roja 27.02.2023’an di saet 11.35’an de dewleta faşîst a Tirk bi balafirên bê mirov û bi çek êrişek li ser wesayîtek pêk anî. Di encama vê bûyerê de du fermandarên me şehîd bûn û hevreyek me jî birîndar bû.

3 rêhevalên me ji bo taziyeyê çûbûn serdana 2 ciwanên ku jiyana xwe ji dest dabûn. Di çûyîna taziyeyê de hevreyên me bi êrişek hewayî ya balafirên bê mirov bûn hedef.

Ev êrişa faşîst qirker li hemberî gelê Ezîdi ne cara yekemîn e, ev êrişên dewleta Tirk berdewamkirina qirkirina gelê Ezidî ye. Li hemberî mafên Ezidiyan xwe parastin û xwe rêvebirinê êriş heye. Dewleta dagirker a Tirk ji bo aramiya Şengalê çênebe û gelê me venegere xaka xwe ya pîroz êrişan li ser Şengalê pêk tîne. Ew bi rêya ajan û xayînan van planên xwe yên qirêj li ser Şengalê didomîne. Bi van êrişan xiyanetkar, hevkar û kesên ku difikirin ku em ê gavê paşde bavêjin bila bizanibin; em di berxwedan û têkoşîna xwe de bi israr û bi biryar in. Ji ber ku me soz da hevrêyên xwe yên şehîd û gelê xwe, em ê heta serkeftinê dest ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin û bi berxwedana xwe em ê têkoşîna xwe mezin bikin.

Fermandarê me yê hêja Şehîd Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) ji bo pêşiya fermana 73’emîn de ji bo xwe bigîhîne hawara gelê me yê Êzidî di sala 2016’an de tevlî nava refên YBŞ’ê bû. Fermandar Şehîd Pîr Çeko bi soza azadkirina Şengalê û dilgirtiya li ser şopa Mam Zekî, Mam Beşîr, Seîd Hesen û tevahî şehîdên me yên qehreman meşiyaye û her tim bûye layiqa soza xwe û erkên xwe pêk aniye. Ji roja tevlîbûyî heya roja me ya îro çi rol û erk ketiye ser milê wî bi awayekî serkeftî pêk anî. Ew ji bo fermanek din neyê ser gelê me yê Êzidî her tim di nav hewldanan de bû. Ji ber vê, di sala 2017’an de ji bo tolgirtina gelê me yê Êzidî di kêleka pêşengê me rêheval Şehîd Zerdeşt de tevlî hemleya Reqayê bû. Hevreyê me Şehîd Pîr Çeko bi tecrûbegirtina wî şerî de berê xwe da xaka pîroz a Şengalê û di nav hevalên xwe de bû mînak. Wek fermandarek pêşeng di nav YBŞ’ê de cihê xwe girt. Hevreyê me Pîr Çeko di jiyana xwe de bi dilnizmî û wêrektiya xwe ve dihate nasîn. Ew bi kedkarî û fedekartiyek mezin li ser rêya şehîdan heya dilopa xwîna xwe ya dawî meşiya.

Rêheval Şehîd Agir jî di sala 2014’an de bibû şahîdê fermana 73’emîn. Qetlîama ku li ser gelê me yê Êzidî pêk hatî, bandorek mezin li ser hevreyê me Şehîd Agir kiribû. Fermandar Şehîd Agir ji bo rizgarkirina Şengalê heya dawî bi vîna xwe ya bilind û bi fedekartiyek mezin peşengtiyek kir û ji bo rizgarkirina Şengal mîsoger bibe û rêxistina Şengal ava bibe rolek girîng lîstîye. Ji ber ku ew bibû şahîdê fermana 73’emîn, ew ti carê êşa gelê xwe ji bîr nekiribû û xwe ji bo her erk û rolê amade kiribû. Ew him di kar de him jî di jiyanê de her tim bi moral û coş bû. Di nav hevalên xwe de ji ber fedakarbûyîna xwe pir dihate hez kirin.

Em bi şehîdketina her du hevreyên me yên pêşeng pir bi xemgîn in. Di pêvajoyek wiha de şehîdbûna rêhevalên me bi rastî jî ji bo me û gelê me êşekî mezin e.

Em di serî de ji malbatên her dû hewreyên me, gelê Êzidxanê û Kurdistanê re sersaxî dixwazin û ji malbata hevalê me yê birîndar jî şîfa dixwazin. Em soz didin şehîdên xwe yên qehreman, emê tola hevalên xwe yên şehîd bi mezinkirina têkoşînê ve hilbigrin. Soza ku me dabû hevalên şehîdan re em car din dûbare dikin ku çi êrîş were li ser ser gelê me, em ê ji bo parastina vê xaka pîroz û gelê me yê Êzidî, ji her demê bêhtir berxwe bidin û ala berxwedanê bilind bikin. Em bejna xwe li pêşberî bîranînên wan de bi hemû hûrmetdariyên xwe ve ditewînîn û cardin soza girêdanbûyîna gel û şehîdên xwe didin.

Nasnameyên her du hevreyên me wiha ne:

Nasnav: Pîr Çeko

Nav û paşnav: Seed Elî Bedel

Navê dayik û bav: Kinê-Elî

Cih û dîroka tevlîbûnê: 2016 – Zaxo

Cih û dîroka şehadetê: 27.02.2023 – Behrewa

Nasnav: Agir Cefrî

Nav û paşnav: Xeyrî Xidir Xelef

Navê dayik û bav: Xezal – Xidir

Cih û dîroka tevlîbûnê: 2014 – Xanesor

Cih û dîroka şehadetê: 27.02.2023 – Behrewa.ʹʹ