Ji ber teqîna bermahiyên şer 10 welatî hatin kuştin

Li gundewarên roajvayê Selemiyê ya Hemayê mayineke ji bermahiyên DAIŞ`ê teqiya. Di encamê de 10 welatî hatin kuştin, 12 jî birîndar bûn.

Ji ber teqîna bermahiyên şer 10 welatî hatin kuştin
27 sibat, 2023   11:42
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya ser bi hikumeta Şamê ve, li gundê Mistrîha yê rojavayê Selemiyê ya Hemayê mayinek ji bermahiyên DAIŞ`ê bi erebeyekê de teqiya. Di encamê de 9 welatiyên di erebeyê de hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Li rojhilatê bajarê Selemiyê jî mayineke din ji bermahiyên DAIŞ`ê teqiya, di encamê de welatiyek hat kuştin û 10 welatî birîndar bûn.

Li gelek deverên Sûriyeyê hê jî bermahiyên şer hene, lê hikumeta Şamê wan bermahiyan ranake.

Di demên dawîn de çeteyên DAIŞ`ê êrişên xwe li Sûriyeyê zêde kirin û vê carê welatî kirin hedefa êrişên xwe. Ev yek metirsiyên mezin têkildarî zêdebûn û belavbûna wan êrişan li herêmên din bi xwe re tîne.

Çend roj berê, çeteyên DAIŞ`ê li herêma Debiyat li dijî welatiyên ji herêma Sexne ya rojhilatê Humsê û bendeke hêzên hikumeta Şamê êriş pêk anî. Di êrişê de 61 welatî û 7 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin. Ev êriş wekî êrişa herî xwîndar a DAIŞ`ê ji destpêka salê de, hat hesibandin.

Ji dema çêbûna erdhejê de, çeteyên DAIŞ`ê li naverasta Sûriyeyê zêdetirî 3 êrişan pêk anîn. Di wan êrişan de bi dehan welatî û leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî belgeyên SOHR`ê, ji 10`ê Sibatê de li çolistana Sûriyeyê di êrişên DAIŞ`ê de 90 kes (welatî û hêzên hikumeta Şamê) hatine kuştin.

(cx)