​​​​​​​'Em ji daxwaza azadkirina Rêber Ocalan tawîzê nadin'

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê destnîşan kir ku ew ê ji daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tawîzê nedin û ji bo pêkanîna wê armancê ew ê berxwedanê geş bikin.

​​​​​​​'Em ji daxwaza azadkirina Rêber Ocalan tawîzê nadin'
27 sibat, 2023   11:37
 TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Tebqayê ji bo eşkerekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina tecrîdê, li pêşiya avahiya Burc a li Tebqayê daxuyaniyek da.

Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û gundewarên wê, nivîsgeh û komîteyên jinan ên rêveberiyê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û hejmarek jinên bajêr tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Endama Komîteya Lihevanînê ya girêdayî Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Macîde Kerîm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirina ku eşkerenekirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi taybet piştî erdheja 6`ê Sibatê, der bare zirara ku gihaştiye Girava Îmraliyê ku Rêber Ocalan lê tê ragirtin de gelek pirsan derdixe holê.

Di dewama daxuyaniyê de bang li Rêxistina Mafên Mirovan û hemû azadîxwaazên cîhanê yên bi fikrê Rêber Ocalan bawer in, hat kirin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku dawî li tecrîda li ser Rêbertî bîne û rê bide hevdîtina bi malbatê û parêzeran re.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku daxwaza wan pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e û ew ê ji vê daxwazê tawîzê nedin, ji bo wê ew ê berxwedanê mezin bikin.

(cx)

ANHA