Dewleta Tirk a dagirker li Til Temirê welatiyan dike hedef

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jineke ji gundê Dirdara yê rojhilatê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê kir hedef, dema ku pezê xwe li derdora gund diçêrand.

Dewleta Tirk a dagirker li Til Temirê welatiyan dike hedef
27 sibat, 2023   12:43
HESEKÊ

Îro piştî nîvro dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiya bi navê Wedha Elî Faris kir hedef, dema pezê xwe li derdora gundê Dirdara yê rojhilatê navçeya Til Temirê diçêrand.

Wedha ji lingê xwe yê çepê de birîndar bû. Niha jî li nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê tê dermankirin.

(şx)

ANHA