Ji bo avakirina mêtîngehan bi sedan dar tên birîn

Çeteyên Ceyş El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker ji bo avakirina mêtîngeheke din li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, bi sedan dar birîn.

Ji bo avakirina mêtîngehan bi sedan dar tên birîn
27 sibat, 2023   06:45
ŞEHBA

Çeteyên Ceyş El Şerqiye 200 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Firîrê yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê birîn, ji bo ku mêtîngeheke din lê ava bikin. Di serî de jî kon lê vegirtin.

Her wiha çeteyan 300 darên zeytûnê yên gundê Sidîgankê yê heman navçeyê ku yên kooperatîfên yekitiya cotkaran bûn, birîn.

Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina Efrînê ve (18`ê Adara 2018) bi dehan mêtîngeh lê ava kirine.

(şx)

ANHA