Li Pakistanê teqîn: 4 kuştî

Li herêma Belûşistan a Pakistanê teqîn çêbûn, di encamê de 4 kes hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn.

Li Pakistanê teqîn: 4 kuştî
26 sibat, 2023   08:04
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Pakistanê, vê sibehê li sûka Barxan a herêma Belûşistan a Pakistanê teqîn çêbû, di encamê de herî kêm 4 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûn.

Li gorî lêpirsînên destpêkê yên polîs pê radibin, sedema teqînê bombeyek destan a li ser motorsklêtekê hatibû bicihkirin e.

(cx)