Kongra Star ji ber wefata Suheyla Qazî peyama sersaxiyê da

Kongra Star ji ber wefata keça serokê Komara Kurdistanê (Mahabadê) Qazî Mihemed, Suheyla Qazî di temenê 82 saliyê de, peyama sersaxiyê da.

Kongra Star ji ber wefata Suheyla Qazî peyama sersaxiyê da
26 sibat, 2023   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclis Kongra Star têkildarî wefata Suheyla Qazî li bajarê Bonê yê Almanyayê, peyama sersaxiyê weşand.

Suheyla Qazî di 2010′an de beşdarî Kongra Jinên Kurd a li Ameda Bakurê Kurdisanê bibû û di wê demê de ji ajansa DÎHA′yê re wiha axivîbû: "Ez bi hesreta vegera welat im." Li gorî Meclisa Kongra Star, Suheyla zêdetirî 40 salan li sirgonê jiyianê kiriye.

Meclisê destnîşan kir ku dema pêşewa Qazî Mihemed di 31`ê Adara 1947`an ji aliyê desthilata Îranê ve hatiye darvekirin, Suheyla 7 salî bû.

Meclisê ji malbata Suheyla Qazî Mihemed û şêniyên Rojhilatê Kurdistanê re sersaxî xwest û hevxemiya xwe nîşan da.

(fr/cx)