Li herêma Firatê karnameyên xwendekarên seretayî hatin belavkirin

Li herêma Firatê karname li xwendekarên qonaxa seretayî hatin belavkirin.

Li herêma Firatê karnameyên xwendekarên seretayî hatin belavkirin
26 sibat, 2023   09:21
KOBANÊ

Îro, bi deh hezaran xwendekarên qonaxa seretayî yên li herêma Firatê karnameyên xwe wergirtin. Hejmara xwendekarên karname wergirtine 49 hezar û 986 e.

Dihat payîn, karname di hefteya yekemîn ji destpêkirina werza duyemîn ku 5′ê Sibatê dest pê kiribû, bihata belavkirin, lê bi sedema erdheja li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 6′ê Sibatê de ku herêmên fireh ji Sûriyeyê jî bandor bûne, hate derengxistin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6′ê Sibatê de ragihandibû ku dewama tevahî dibistan û saziyên girêdayî wê heta hefteyekê hate taloqkirin.

Di 11′ê Sibatê de Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî ragihandibû ku dewama dibistanan li Herêma Firatê, Herêma Efrînê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heta hefteyekê din (11-18′ê Sibatê) hate taloqkirin.

Ji ber erdheja 6′ê Sibatê, 13 dibistanên li kantona Kobanê zirar dîtin, lê piştî endazyar û komîteyên taybet ew keşf kirin, dibistanên li herêma Firatê deriyên xwe di 19′ê Sibatê de li pêş xwendekaran vekirin.

(fr)

ANHA