​​​​​​​70 karker nan ji şêniyên Şêxmeqsûdê re dipêjin

Ji ber erdheja dawîn a li herêmê, firinên li taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê nesekinîne û rojane 70 karker nan dipêjin.

​​​​​​​70 karker nan ji şêniyên Şêxmeqsûdê re dipêjin
26 sibat, 2023   03:21
HELEB - MIHEMED EBDO

Ji ber erdhejê gelek avahiyan xisar dît û hin firinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê jî zirar dîtin. Lê ew firin ruxmî zirarê rojane dixebitin û nan ji 200 hezar kesî re dabîn dikin.

Li gorî Meclisa Aborî ya Civakî ya Helebê ku çavdêriya firinan dike, ji 7 firinan 4 heban zirar ji ber erdhejê dîtin. Firinên zirar dîtine; Firina Tewfîq, Firina Qada Şehîdan a li rojhilatê Şêxmeqsûdê, Firina Qehreman a li rojavayê Şêxmeqsûdê û firina Ixiwê ya li Eşrefiyê.

Di avahiyê firinan de xisar di stûnan de eşkere ne, lewma gefan li jiyana karkerên dixwe ku hejmara wan 70 ye.

/kr/uploads/files/2023/02/25/180639_-.webp

Hevserokê Meclisa Aboriya Civakî ya Helebê Selah Ehmed Tirkî got wan komeke endazyaran şandiye firinên xisardîtî da ku xetereya piştî erdhejê binirxînin. Endazyaran got pêwîstiya piranî avahiyên ku tê de firin hene, bi sererastkirinê heye.

Têkildarî nesekinandina xebata van firinan jî Tirkî go: "Bi hezaran şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber erdheja dawî li derve xew dikin û heke biryar ji bo sekinandina wan firinan bê dayîn, dê azarên şêniyan zêdetir bike û nan kêm be."

Meclisa Aboriya Civakî çareyên lezgîn pêk anîn; komên taybet ji bo danîna stûnên hesin şandin.

Têkildarî dorpêça hikumeta Şamê ya li dijî her du taxan Tirkî got: "Dorpêçê ji me re gelek astengî derxistin, wekî astengiya derbaskirina mazot û ard ji bo firinan.”

Tirkî siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî her du taxan û astengiya derbaskirina sotemenî, ard, derman û şîrê zarokan rumxî karesata piştî erdhejê jî, şermezar kirin.

Li gorî rapora nivîsgeha pîşeyî ya Şaredariya Gel a Helebê di encama erdheja yekemîn de nêzî 400 avahiyên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xisar dîtiye.

(fr)

ANHA