​​​​​​​‘Ger dorpêç bidome Eşrefiye û Şêxmeqsûd dê bi karesateke mirovî re rû bi rû bimînin’

Meryem El Îbrahîm da zanîn ku Rêveberiya Xweser tu kesî ji alîkariyan bê par nake, lê hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker derbaskirina alîkariyan asteng dikin. Her wiha hişyarî li ser çêbûna karesateke mirovî da, ger dorpêç li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam bike.

​​​​​​​‘Ger dorpêç bidome Eşrefiye û Şêxmeqsûd dê bi karesateke mirovî re rû bi rû bimînin’
25 sibat, 2023   23:38
REQA-EHMED EL ESAF

Hikumeta Şamê gihandina alîkariyan ji taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û kampa Şehbayê re li gel rewşa aborî ya gelê Sûriyeyê û karesata erdheja herêmê, asteng dike.

Têkildarî mijarê hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem El Îbrahîm wiha got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji saetên destpêkê yên karesata erhejê ve însiyatîf kir ku alîkariyan ji herêmên wêranbûyî re bişîne, lê hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker derî li pêş van alîkariyan girtin."

LI ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ KARESAT MEZIN E

Meryem li ser mijarê wiha domand: "Şandeyek ji Rêveberiya Xweser beriya erhejê bi hefteyekê serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û kampa Şehbayê kiribû û piştî erdhejê jî serdan kir. Rêveberiyê dît ku rêjeya koçberên ji ber erdhejê berê xwe didin kampê mezin e."

Meryem wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser amade ye û li gel wê derfet ji bo kamp, sotemenî û alîkariyan hene. Lê mixabin tu aliyekî ev madeyên alîkariyê û mirovî pêşwaz nekirin û em matmayî man ku ev herêm ne dixema kesekî de ne."

JI BO DERBASKIRINÊ JI SÊYAN DUYÊ ALÎKARIYAN JI HIKUMETA ŞAMÊ RE YE

Meryem da zanîn ku hikumeta Şamê ji bilî sotemeniyê tişt pêşwaz nekir. Li hember derbaskirinê jî wê du sêyeka sotemeniyê wergirtin da ku yên din derbasî herêmên dorpêç û yên zirar ji ber erdhejê dîtine bibe.

Her wiha Meryem ev tişt anî ziman: "Rêveberiya Xweser dixwaze hemû madeyên li gel xwe derbas bike, ne herêmên hikumeta Şamê ne jî herêmên dewleta Tirk a dagirker, dagir kirine, bê par bike."

Meryem destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser alîkarî ji hemû herêmên wêrabûyî re şandin, ne tenê herêmeke diyar.

′TAXÊN EŞREFIYE Û ŞÊXMEQSÛDÊ JI BERIYA ERDHEJÊ VE DORPÊÇKIRÎ NE′

Li ser vê yekê Meryem ev tişt got: "Hikumeta Şamê beriya erdhejê qedexe dikir ku tu made derbasî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bin. Em hemû dizanin ev tax dorpêçkirî ne û me rewş li ser erdê dît ku karesateke mirovî heye."

Meryem eşkere kir ku armanca Rêveberiya Xweser mirovî ye û ev armanc ji her kesî re eşekre bû, lê hikumeta Şamê vê rewşê ji bo armancên xwe bi kar tîne.

Meryem di dawiyê de li ser çêbûna karesateke mirovî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ger dorpêç dewam kir, hişyarî da.

(fr)

ANHA