Bê amûr û bi destên xwe kar û xebatên herî dijwar dikin

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hewl didin bi amûr û alavên kevn û bi destan binesaziya her du taxan sererast bikin. Ji bo ku şêniyan ji xetereya hilweşîna avahiyan xilas bikin ku av derbasî bingehên wê dibin.

Bê amûr û bi destên xwe kar û xebatên herî dijwar dikin
26 sibat, 2023   00:47
HELEB - NESRÎN ŞÊXO

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi amûrên kevn û li gel dorpêça hikumeta Şamê xebatên sererastkirina binesaziyê didomîne.

22`yê Çileya borî, li kolana Marûf a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê avahiyeke hilweşiya ku 7 malbat tê de bi cih bûbûn. Di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn. Li gorî lêpirsînên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ava li bin avahiyê kom bûbû, sedema sereke ya hilweşandinê ye.

Piştî wê serokê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê eşkere kir ku 35 avahî li taxê hene ku bi hilweşînê re rû bi rû ne.

Piştî erdheja 6`ê Sibatê li gorî daneya herî dawî ya şaredariyê, hejmara avahiyên zirar dîtine gihaşt 400 avahiyan.

Bi vê hejmara zêde re û li gel telefbûna torên kanalîzasyonê û avê yên kevn, Şaredariya Gel a taxê kar û xebatên sererastkirinê dimeşîne da ku asta van metirsiyan kêm bike.

Li gel kêmasiyeke mezin a wesayît û sotemeniya pêwîst, şaredarî hewldanên xwe didomîne.

Serokê Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ednan Caro got: “Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kevn in. Tê zanîn ku di aliyê binesaziyê ve nebirêxistinkirî ne.”

Caro wiha domand: “Ruxmî derfetên kêm, lê me xebatên xwe ji bo pêşxistina binesaziyê ranewestandin. Karkerên şaredariyê bi dest û amûrên kevn torên avê û kanalîzasyonê sererast dikin.”

Caro ev li gotinên xwe zêde kir: “Av ji torên avê yên şikestî derbasî jêrzemînên avahiyan dibe. Av nagihêje qatan. Pêwîstiya van pirsgirêkan bi plansaziyeke giştî, amûr û alavên ku li cem me peyda nabin, heye.”

Caro di dawiyê de destnîşan kir ku çi ji destê wan tê xizmeta gel dikin, ji bo ku rewşa xizmetguzariyê ya her du taxan bi pêş bixin û got : “Kengî giliyên şêniyan bigihêjin me, çi dibe bila bibe em daxwazên wan bi cih tînin. Heta ku neçar bibînin bi destê xwe kar bikin.”

(şx)

ANHA