​​​​​​​Rola komînan di hemleya ‘Bi hev re ji bo mirovahiyê’ de

Di hemleya "Bi hev re ji bo mirovahiyê" de ku Rêveberiya Xweser 9′ê Sibatê da destpêkirin û di 21′ê heman mehê de bi dawî bû, komîn bi roleke girîng rabûn.

​​​​​​​Rola komînan di hemleya ‘Bi hev re ji bo mirovahiyê’ de
26 sibat, 2023   02:07
HESEKÊ - SÎBELCAN SELMAN

Komînan roleke girîng di hemleya "Bi hev re ji bo mirovahiyê" de ji bo komkirina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê re list. Komînan dest bi birêxistinkirina şêniyan kir û ew hişyar kirin ku bi hev re di vê karesatê de hevkar bin.

115 komînên Hesekê li 19 taxan belav bûne. Çavdêran û endamên wan komînan serdana malan kir û got divê ew bi hev re destekê bidin hemleya "Bi hev re ji bo mirovahiyê".

/kr/uploads/files/2023/02/25/180024_-large.webp

Têkildarî mijarê, hevserokê komîna taxa Til Hecer a li aliyê bakurê Hesekê Ebdulsemed Îso got: "Komînan di piştgiriya hemleya "Bi hev re ji bo mirovahiyê" de hevkarî kir. Ji erka me bû em şêniyan li ser beşdariya vê hemleyê hişyar bikin. Me alîkarî bi rêya komînên li taxên bajêr kir û me konê komkirina alîkariyan li taxa Til Hecerê danî da ku alîkariyên bişînin herêmên erdhejê."

Îso wiha domand: "Şêniyên Hesekê li gorî karînên xwe alîkariyên madî ji bo sendoqa alîkariyan kom kir."

/kr/uploads/files/2023/02/25/180045_-large.webp

Welatiyê bi navê Kamîran Derwîş ê ji Hesekê jî got got: "Divê her kes li gorî dikare alîkariya mexdûrên erdhejê bike."

/kr/uploads/files/2023/02/25/180004_-large.webp

Di dawiyê de cîgirê hevserokê Meclisa Navçeya Bakur a li Hesekê Remedan Fetah got hemleya ′Bi hev re ji bo mirovahiyê′ ji bo hevgirtina şêniyan û desteka ji konê alîkariyan re bû û ev hevkarî ji bo mexdûran dewam dike.

(fr)

ANHA