MSDʹê bi partiyên li Dêrazorê re civiya

MSDʹê bi nûnertiyên partiyan ên Dêrazorê re civiya. Di civînê de rola partiyan di civakê de hate nîşqaşkirin

MSDʹê bi partiyên li Dêrazorê re civiya
25 sibat, 2023   16:46
DÊRAZOR

Civîn li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma Sebha Kîlo bi beşdarbûna endamên MSD, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên Dêrazorê hat lidarxistin.

Endamê MSDʹê Enes El Merfûi rewşa siyasî nirxand û bal kişand ser rola partiyan di perwerdekirin û hişyarkirina civaka Dêrazorê ya piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞʹê de,

/ar/uploads/files/2023/02/25/160730_00918.00_00_09_24.still008.webp

El Merfûi anî ziman ku herêma Dêrazorê bi sedên salan di aliyê siyasî, bîrdozî, aborî û civakî de hatibû paşguhkirin û got: "Rola partiyan di geşkirina demokrasiyê de bingehîn e. Divê partî û saziyên civaka sivîl bi rêya perwerdeyê civakê pêş bixin û eşîran bigirin nav xwe da ku xebata li Dêrazorê tê kirin dûrî rêgezên eşîrtî û etnîkî be. Her wiha divê karên wan ji bo pêşxistina projeya neteweya demokratîk bin."

Beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anî ziman. Hate gotin, divê jiyana partiyetî li Dêrazorê were xurtkirin û divê partî beşdarî rêveberiyê bibin. Beşdaran anîn ziman ku divê xebat ji bo dîtina nêrîneke hevbeş di navbera partî û saziyên civaka sivîl de were kirin û koma hemahengiyê di partiyên li Dêrazorê de were avakirin.

(bb)

ANHA