Panorama hefteyê: Îsraîl baregehên Îranê yên li Şamê kirine hedef

Îsraîlê li xwe mikur hat ku wekî bersiva êrişa li dijî keştiyeke petrolê ya li ava kendavê wê nuqteyên hêzên Îranê yên li Şamê kirin hedef. Hêzên muxalif ên Sûdanê yên lihevkirina çarçoveyî, danezaneke siyasî ya hevbeş îmze kirin. Ev daneze banga sîstemeke nenavendî ji bo welat dike ku ol ji dewletê cuda dike.

Panorama hefteyê: Îsraîl baregehên Îranê yên li Şamê kirine hedef
26 sibat, 2023   04:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê, daxwaza hêzên sûdanî ya rêveberiyeke nenavendî û têkiliyên Îsraîl û Filistînê mijarên rojnameyên erebî yên hefteyê borî bûn.

ʹÎSRAÎLÊ BAREGEHÊN ÎRANÊ YÊN LI ŞAMÊ BOMBEBARAN KIRINʹ

Der barê êrişa Îsraîlê ya li ser nuqteyên Îranê yên li Şamê de, rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsand: "Têkildarî êrişa duh (Yekşem) a saetên destpêkê yên sibehê ya li ser nuqteyeke ewlehiyê ya Îranê ya li taxa Kefer Sûsê ya li paytexa Sûriyeyê Şamê ku di bin çavdêriyeke xurt a ewlehiyê de, Îsraîlê tu daxuyaniyên fermî nedan ku li xwe mikur were ku ev êriş pêk aniye. Lê serokwezîr Benjamin Netanyahu di civîna heftane ya hikumetê de bi awayekî neyekser li xwe mikur hat ku ev êriş bersiva êrişa balafirên bêpîlot ên Îranê ya li ser tankereke petrolê ya karsazekî îsraîlî ya berî hefteyekê ya li Kendavê bû.

Şîrovekarê leşkerî Ron Ben Yishai ji rojnameya Yedioth Ahronoth re nivîsî û diyar kir ku “Eger ev êrişeke Îsraîlê be, bersiva bombekirina keştiya Îranê ye.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişê de 15 kes hatine kuştin, jê 9 kes sûriyeyî ne (2 sivîl û 7 leşker), lê heta niha nasnameyên 6 kuştiyên din nehatine naskirin.

SOHR’ê destnîşan kir ku moşekên Îsraîlê nuqteyên milîsên Îran û Hizbullaha Lubnanê yên li devera di navbera Sit Zeyneb û Diyabiyê de kirin hedef. Di encamê de şewat û teqîn çêbûn. SOHR’ê ragihand ku li Kefer Sûsê jî herêmek û dibistaneke Îranê bûn hedef, di encamê de ziyanên madî û canî çêbûn.

Nûçegihanê AFPʹê jî ragihand ku di bombebarana li Kefer Sûsê de ziyan gihaştin avahiyeke 10 qat a niştecihan û got ziyaneke mezin gihaştiye qata jêrîn û dîwar hilweşiyan. Li gorî raporan, malên sivîlan jî wêran bûn. Rêveberê Giştî yê Şûnwar û Mûzexaneyan diyar kir ku ziyan gihaştine avahiyên Keleha Şamê a dîrokî."

′HÊZÊN SÛDANÎ YÊN MUXALÎF BANGA SÎSTEMA DESTHILATA NENAVENDÎ DIKIN′

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Hêzên muxalîfên Lihevkirina Çarçoveyê ya li Sûdanê duh ragihandineke siyasî ya hevbeş îmze kir û banga desthilata nenavendî kir ku ol ji dewletê were cudakirin.

Li Cobayê paytexta Başûrê Sûdanê, ji hêla Hêzên Azadî û Guhartinê-Bloka Demokratîk a bi serokatiya Cafer El Mîrxenî û Tevgera Gel a Rizgarkirina Sûdanê-Bakur bi serkêşiya Ebdulezîz El Hilo ve ′ragihandina siyasî′ hate îmzekirin.

Tiştê her du aliyan li hev kom dike, dijberiya wan ji lihevkirina çarçoveyê re ye ku di 5′ê Kanûna 2022′yan de di navbra Meclisa Serweriya Leşkerî û pêkhateyên sivîl de hatiye îmzekirin."

‘TÊKILIYÊN FILISTÎN-ÎSRAÎLÊ DÎSA DERDIKEVIN PÊŞ′

Rojnameya El Beyan der barê têkiliyên Filistîn-Îsraîlê de wiha nivîsand: "Çavkaniyên ji Filistîn û Îsraîlê eşkere kir ku ′têkiliyên veşartî′ di navbera dîwana serokatiyê ya Filistînê û serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu de pêk hatine û haya rêveberiya Amerîkayê jî jê heye.

Çavkaniyên Îsraîlê her wiha da zanîn ku Washingtonê roleke navbeynkar di navbera wan de lîstiye û sekreterê Komîteya Navendî ya Rêxistina Rizgariyê Hisên El Şêx bi rêya rêveberiya Amerîkayê nameyek ji nivîsgeha hikumeta Îsraîlê re şandiye. Di nameyê de tê gotin ku dê desthilata Filistînê karê bi hikumeta Netanyahu re dewam bike.

Li gorî çavdêran, tiştên ku çavkaniyên Filistînê-Îsraîlê îşaret pê kirine xwe dispêrin biryara rêveberiya Filistînê ya sekinandina li ser xwesteka wê ya lidarixistina civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo şermezarkirinê avakirina avahiyên mêtingeriyê û tenê daxuyanî werin dayîn, da ku derfeta pêşxistina rêgeha siyasî dewam bike û ewlehî û îstîqrara herêmê misoger bibin.

Rêveberiya Fîlistînê der barê agahiyênl Ii ser vegera têkiliyên bi Îsraîlê re tu daxuyanî nedan.

Li gel biryara rawestandina hevkariya ewlehiyê, filistînî pêkanîna têkiliyên veşartî yan neyekser bi Îsraîlê re red dikin û wek nankoriya di helwesta fermî de bi nav dikin. Her wiha daxwaz dikin ku rastiya tiştê heyî eşkere bikin û der barê têkiliyên li gel Îsraîlê de gel bê agahdarkirin.”