​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-02-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-02-2023
25 sibat, 2023   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê merasîma bîranîna gerîlayê HPGʹê Sîpan Rêber li ber navenda perwerdeyê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Keziyên Kesek komxebateke perwerdeyê ji komîteyên jîngehê yên şaredariyên gundewarên kantona Qamişloyê re li dar dixe. Komxebat li navenda HRRKʹê tê li darxistin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Demokrat a Kurd –Sûriye, bi boneya salvegera yekemîn a wefata sekretêrê giştî yê partiyê Ebdulkerîm Siko merasîmê bîranînê li hola Komeleya Jiyan a li navçeya Tirbespiyê li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber erdheja dawîn a li herêmê, firinên li taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê nesekinîne û rojane 70 karker nan dipêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di hemleya "Bi hev re ji bo mirovahiyê" de ku Rêveberiya Xweser 9′ê Sibatê da destpêkirin û di 21′ê heman mehê de bi dawî bû, komîn bi roleke girîng rabûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar Bekir Hec Îsa anî ziman ku erdhej derfeteke nû ji bo dewleta Tirk a dagirker e da ku plana xwe yên guhertina demgorafî temam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meryem El Îbrahîm da zanîn ku Rêveberiya Xweser tu kesî ji alîkariyan bê par nake, lê hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker derbaskirina alîkariyan asteng dikin. Her wiha hişyarî li ser çêbûna karesateke mirovî da, ger dorpêç li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Îsraîlê li xwe mikur hat ku wekî bersiva êrişa li dijî keştiyeke petrolê ya li ava kendavê wê nuqteyên hêzên Îranê yên li Şamê kirin hedef. Hêzên muxalif ên Sûdanê yên lihevkirina çarçoveyî, danezaneke siyasî ya hevbeş îmze kirin. Ev daneze banga sîstemeke nenavendî ji bo welat dike ku ol ji dewletê cuda dike. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hewl didin bi amûr û alavên kevn û bi destan binesaziya her du taxan sererast bikin. Ji bo ku şêniyan ji xetereya hilweşîna avahiyan xilas bikin ku av derbasî bingehên wê dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA