Li Til Hemîsê dewreyeke perwerdeyê ya jinên ciwan bi dawî bû

Li Akademiya bîrdozî ya Şehîd Reşîd Efrîn a li navçeya Til Hemîsê dewreyeke perwerdeyê ya jinên ciwan bi dawî bû.

Li Til Hemîsê dewreyeke perwerdeyê ya jinên ciwan bi dawî bû
25 sibat, 2023   16:01
QAMIŞLO

Li Akademiya bîrdozî ya Şehîd Reşîd Efrîn a li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê dewreyeke perwerdeyê ya taybet bo jinên ciwan bi dawî bû.

 Dewreya perwerdeyê ku 20 jinên ciwan ên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlê bibûn, mehekê dewam kir. Di perwerdeyê de waneyên li ser girîngiya perwerdeyê, hevjiyana azad, azadiya jinê û zihniyeta baviksalarî hatin dayîn.

/ar/uploads/files/2023/02/25/150833_img_0098.webp

Di merasîmê bidawîkirina dewreya perwerdeyê de hevserokên Meclisa Til Hemîsê û endamên saziyên sivîl amade bûn.

Jina ciwan a bi navê Emel Mihemed a ku tev li perwerdeyê dibû axivî, bixêrhatina beşdaran kir.

Piştre şanoyek li ser êriş û zulma çeteyên DAIŞʹê yên li ser jinan hat pêşandan.

(bb)

ANHA