ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-02-2023
24 sibat, 2023   23:00

- Ji destpêka erdhejê ve QSD`ê li gorî erkên xwe yên mirovî fealiyetên leşkerî rawestandin, tîmên taybet ji bo alîkariyê amade kirin. Di vê kerasetê de dewleta Tirk di 18 rojan de 18 caran ji bêjahiyê û 2 caran ji hewayî ve êrişî herêmê kir. Têkildarî derbaskirina tîmên taybet li cihên Sûriyeyê û herêmên dagirkirî jî Ferhad Şamî diyar kir ku hikumeta Şamê, dewleta Tirk û çeteyên wê erênî nêz nebûne.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komînên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li kêleka tiştên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevkariya YPG′ê pêşkêş kirine, roleke mezin di sivikkirina bandorên erdhejê de dilîzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Minbicê yên beşdarî hemleya komkirina îmzeyan bûne, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bilind bikin û dengê xwe bilind bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Karesata ku li Sûriye û Tirkiyeyê de rû da, rûyê rast ê dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê û Neteweyên Yekbûyî derket holê. Her wiha asta hovîtî û isara wan a têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere bûn.

- Peyama ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji sekreterê giştî yê NY′yê Antonio Guterres ji bo vekirina deriyên sînor, bi taybet deriyê Til Koçerê, nehat bersivandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA