QSD`ê fealiyetên leşkerî rawestandin lê dewleta Tirk êriş nesekinandin

Ji destpêka erdhejê ve QSD`ê li gorî erkên xwe yên mirovî fealiyetên leşkerî rawestandin, tîmên taybet ji bo alîkariyê amade kirin. Di vê kerasetê de dewleta Tirk di 18 rojan de 18 caran ji bêjahiyê û 2 caran ji hewayî ve êrişî herêmê kir. Têkildarî derbaskirina tîmên taybet li cihên Sûriyeyê û herêmên dagirkirî jî Ferhad Şamî diyar kir ku hikumeta Şamê, dewleta Tirk û çeteyên wê erênî nêz nebûne.  

QSD`ê fealiyetên leşkerî rawestandin lê dewleta Tirk êriş nesekinandin
25 sibat, 2023   00:50
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN   

6’ê Sibatê bi erdheja li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Sûriye û Tirkiyeyê re hemû rojevên heyî guherîn û bala her kesî çû ser van herêman. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rojeva sereke ya Rêveberiya Xweser û QSD`ê bû ku hemû tevgera xwe xistin bin xizmeta civakê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo alîkariyên mirovî ji herêmên erdhejê re amade kir lê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve nehatin derbaskirin.

Bi vê rewşê re QSD`ê hemû fealiyetên leşkerî dane rawestandin. Ji bo rewşên awarte yên civakî-mirovî QSD xwedî amadekarî bû ku tîmên taybet li ser armanca xizmeta civakê, mudaxeleyên lezgîn ava kirin. Piştî erdhejê QSD`ê xuya kir ku ew amade ne tîmên taybet derbasî tevahî Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriyê de bikin ku gel ji bin kavilan derxin.

JI 6`Ê SIBATÊ VE 18 ÊRIŞÊN BEJAHÎ, 2 ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Lê dewleta Tirk, çeteyên wê û hikumeta Şamê rê nedane tîmên taybet ku derbasî herêmên erdhejê bibin. Her wiha ji bilî astengkirina derbasbûna tîmên taybet, dewleta Tirk û çeteyên wê di vê rewşa erdhejê de êrişên xwe zêde kirin. Di 18 rojan de dewleta Tirk 2 êrişên hewayî û 18 êrişên bejahî kirin. Di encama van êrişan de 2 welatî şehîd ketin û gelek birîndar çêbûn. Welatiyekî 70 salî ku piştî erdhejê ji Helebê xwe li Şebayê girtibû, di êrişên dewleta Tirk a li ser Şehbayê de hate qetilkirin.

DI KARESATAN DE ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK

Dewleta Tirk ne tenê di rewşa erdhejê de, di dema vîrusa COVID-19 de jî êrişên xwe bê navber domandibûn. Di sala 2021-2022`an de dema cîhan bi vîrusê re mijûl dibû, dewleta Tirk 18 hezar û 733 êrişên bêjahî, 209 caran êrişên bi balafirên bêmirov, 43 êrişên hewayî yên bi balafirên şer pêk anîn. Di encama van êrişan de 353 sivîl şehîd bûn. Her wiha gelek zirarên madî li cihên xizmetguzariyê, dibistan, firin, nexweşxane, stasyonên kehrebeyê, stasyonên gazê, mal û milkên welatiyan çêbûn.

LI DIJÎ ŞANEYAN 8 OPERASYON

Hemwextî wê şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê jî hewl dan ji vê rewşa li herêmê sûdê wergirin ku tevgera xwe zêde bikin.

Li dijî van tevgerên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê QSD`ê 8 operasyon li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de 8 çete hatin girtin û hin jî hatin kuştin.

‘JI ALÎKARIYA TÎMÊN TAYBET RE ERÊNÎ NÊZ NEBÛN’

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî anî ziman ku ji roja destpêka erdhejê de, hêzên QSD`ê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî, rizgarkirina gel ji bin kavilan û rakirina kavilan amade bû. Şamî diyar kir ku wan hewl daye tîmên taybet ên QSD`ê bişînin herêmên Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk-çeteyên wê de, lê dewleta Tirk, çeteyên wê û hikumeta Şamê bi awayekî erênî nêz nebûne. Şamî, ji vê helwestê re got li gorî qanûnên navdewletî û civakî pêşîgirtina mudaxeleya ji bo rizgarkirina mirovên di bin kavilan de, sûc e.

`SEKN Û DENGÊ NIZM Ê KOALÎSYONÊ CESARETÊ DIDE DAGIRKERAN`

Şamî bal kişand ser rawestandina fealiyetên QSD`ê yên leşkerî û diyar kir ku ev erkeke exlaqî û mirovî ye û got: “Biryara me ya rawestandina fealiyetên leşkerî ji aliyê dewleta Tirk ve hate bikaranîn. Dewleta Tirk tu carî li dijî gel û herêmên me şer nedaye rawestandin. Beriya niha me rexnê xwe li hêzên navdewletî yên li herêmê kiribûn û em niha jî dikin. Sekn û dengê wan yên nizm helbet dibe sedem ku dewleta Tirk zêdetir cesaret bigire û êrişên xwe berdewam bike.”

'BANGÊN MIROVÎ DIXE XIZMETA ŞER'

Şamî destnîşan kir ku dewleta Tirk xwest bangên mirovî yên hêzên herêmê - navdewletî careke din bixe xizmeta şer ku di vê rewşê de jî êriş dike. Şamî anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrişan re ji bo dagirkirina herêmê dixwaze QSD`ê lawaz bike, gel bê manewiyat bike û got: “Ev êriş encama tirsa dewleta Tirk, bi taybetî hikumeta Erdogan e.”

Çavkanî: Ragihandina QSD`ê

ANHA