Li Şehbayê kon ji bo xwendekaran hatin vedan

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê 33 kon ji xwendekarên Dibistana Şehîd Egîd re li navçeya Ehdasê vedan. Piştî ku ji ber erdhejê xisar di dibistanan de çêbû, kon hatin vedan.

Li Şehbayê kon ji bo xwendekaran hatin vedan
24 sibat, 2023   11:15
ŞEHBA

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn-Şehbayê 33 kon li qada Dibistana Şehîd Edîg ji bo dewamkirina perwerdeyê vedan.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, hejmara xwendekarên li Dibistana Şehîd Egîd ên her du qoxanên navîn û amadehî 527 e û xwendekarên seretayî 600 e.

Armanca desteyê ew e ku li gel rewşên dijwar li herêmê yên ji ber erdhej û dorpêça giran a ji hêla hikumeta Şamê ve li dijî kantona Şehbayê perwerdeyê dewam bike.

(fr)

ANHA