​​​​​​​Dewleta Tirk li Şêrawayê 2 hezar û 500 dar birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker û malbatên çeteyan nêzî 2 hezar û 500 darên zeytûnan û darên welatiyên Kurd ên ji gundên Birc Heyder û Basûfanê yên Şêrawayê ya kantona Efrînê ya dagirkirî birîn.

​​​​​​​Dewleta Tirk li Şêrawayê 2 hezar û 500 dar birîn
24 sibat, 2023   10:52
ŞEHBA

Çavkaniyên taybet ji hundirê Efrînê da zanîn ku çeteyên Feyleq El Şam û niştecihên ku dewleta Tirk a dagirker anîne Efrîna dagirkirî nêzî 2 hezar û 500 darên zeytûnê û darên cur bi cur ên gundên Birc Heyder û Basûfanê birîn.

Li gorî çavkaniyan, dar ên welatiyên Kurd Mihemed Xalid Gule Xeyrî, Mihemed Osman Gule Xeyrî, Nebo Mihemed Gule Xeyrî, Omer Beşîr Gule Xeyrî, Ehmed Mehmûd Gule Xeyrî, Xelîl Nebo Gule Xeyrî, Zuhêr Xalid Gule Xeyrî, Osman Nebo Gule Xeyrî, Mihemed Hesen Hec Nasro, Hemed Kemal Hesen û Ednan Silêman Hesen in.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 5 salan ve sûcên xwe li dijî şêniyên resen ên li Efrîna dagirkirî ji qetilkirin û îşkenceyê dewam dikin.

(fr)

ANHA