​​​​​​​Li dibistanên Qamişloyê turnuvaya kişikê hate lidarxistin

Komeleya Perwerdeyê ya Qamişloyê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuvaya kişikê ji dibistanên navîn û amadehiyê yên Qamişloyê re li dar xist.

​​​​​​​Li dibistanên Qamişloyê turnuvaya kişikê hate lidarxistin
​​​​​​​Li dibistanên Qamişloyê turnuvaya kişikê hate lidarxistin
​​​​​​​Li dibistanên Qamişloyê turnuvaya kişikê hate lidarxistin
​​​​​​​Li dibistanên Qamişloyê turnuvaya kişikê hate lidarxistin
24 sibat, 2023   11:31
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên werzîşê yên Desteya Perwerde û Fêrkirinê de Komeleya Perwerdeyê ya Qamişloyê bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnuvaya kişikê ya xort û keçan li hola kişikê ya li avahiya yekitiyê ya li rojhilatê bajêr li dar xist.

20 lîstokven beşdarî turnuvayê bûn û nûnertiya 20 dibistanên navîn û amadehî dikin.

Turnuva li gorî pergala dewrî ya li ser 5 geran dest pê kir.

Piştî xal hatin komkirin, astên yekemîn ji her du beşan hatin diyarkirin û kesên serkeftî ji hêla Komeleya Perwerdeyê ve hatin xelatkirin. Encam wiha bûn:

Beça keçan: Sîdra Hac Mihemed - Dibistana Satih El Hesrî, Gulîşan Hesen - Dibistana Ebdulwehab Masûm û Hîma Murad - Dibistana Ebdulehed Yûnan.

Beşa xortan: Sîmar Hesen - Dibisana Erebistan, Hîm Yûsif - Dibistana Ebdulezîz Hesen û
Sawir Hisên - Dibistana Telaî.

Ev turnuva di çarçoveya rêzeçalakiyên werzîşê yên dibistanên bi sponseriya Desteya Perwerde û Fêrkirinê pêk tên. Tê payîn ku di hefteyên pêş de turnuvayên voleybol û hentbolê jî werin lidarxistin.

(fr)

ANHA