Heyva Sor a Kurd: PDK nahêle alîkarî derbas bibin

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Elî diyar kir ku PDK′ê nehişt alîkariyên mirovî ji mexdûrên erdhejê re di deriyê Pêşxabûr re derbas bibin. Bi wê re dê karesateke mezin çêbe û bi hezaran welatiyên li herêmên erdhejê ji alîkariyan mehrûm bike.

Heyva Sor a Kurd: PDK nahêle alîkarî derbas bibin
24 sibat, 2023   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di erdheja dawî de alîkarî ji mexrûdên erdhejê re pêşkêş kirin, lê polîtîzakirina gelek aliyên li Sûriyeyê û Iraqê ji dosyaya alîkarî û erdhejê re pêşkêşkirina alîkariyan asteng kirin û bi hezaran sûriyeyî bê par kirin.

Bi pileya 7,7 di 6′ê Sibatê de erdhej li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê çêbû. Di encamê de wêraniyeke mezin çêbû û li Sûriyeyê 3 hezr û 694 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

Heyva Sor a Kurd çarşemê daxuyaniyeke nivîsîkî li ser malpera xwe ya fermî dabû. Tê de amadekariya xwe ji alîkariya mexdûrên re nîşan da. Lê dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê nehişt ev alîkarî di dema guncaw de bigihêjin mexdûran.

Heyva Sor a Kurd di gihandina alîkariyan de rastî gelek astengiyan tê. Desthilatên PDK′ê nahêle alîkariyên mirovî di deriyê Sêmalkayê re bigihîne Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Girêdayî mijarê hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Elî wiha got: "Hin alîkarî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatine veqetandin û tê pêşbînkirin ku bi rêya heyvê werin belavkirin. Lê desthilatên PDK′ê nahêlin bi rêya deriyê Sêmalkayê derbas bibin."

Êva wiha domand: "Rêveberiya deriyê Pêşxabûrê nahêle alîkarî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin."

Ew alîkariyên hevkarên Heyva Sor a Kurd, hin însiyatîfên gel li Başûrê Kurdistanê û Ewropayê, însiyatîfên kesayetên nîştimanî û Kurdan in. Li gorî Êva alîkarî ji derman, şîrê zarokan, kon, amûrên razanê, derman û alîkariyên din pêk tên.

Êva got: "Ger alîkarî gihaştin Heyva Sor a Kurd dê herêmên mîna Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê bi rêjeya ji sedî 70 sûdê wergirin, her wiha mexdûrên Minbic û Kobanê bi rêjeya ji sedî 40 sûdê wergirin."

Êva Elî wiha dawî li gotina xwe anî: "Dê bandorên astengkirina derbasbûna alîkariyan mezin bin û bi hezaran mexdûrên erdhejê ji wan alîkariyan werin mehrûmkirin."

(fr)

ANHA