​​​​​​​Artêşa Tirk bikaranîna çekên qedexekirî didomîne

Artêşa Tirk a dagirker duh jî bi bombeyên qedexekirî û fosforê 25 caran êrişî qadên berxwedanê yên li derdora gundê Sîda yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

​​​​​​​Artêşa Tirk bikaranîna çekên qedexekirî didomîne
24 sibat, 2023   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên 23’yê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:

"Li herêma Zapê;

23'yê Sibatê dagirkeran bi çekên giran êriş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî;

23'yê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 25 caran bi bombeyên qedexekirî û topên ji madeya fosforê yên ji tankan hatin avêtin, hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

23'yê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bahar, derdora gundê Sîda yê nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

23'yê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 83 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."