​​​​​​​Merasîma xiyabî ya şehîd Laleş Avesta li Mala Êzidiyan a Tirbespiyê li dar ket

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê merasîma xiyabî ji gerîlaya êzidî ya YJA-STAR′ê Laleş Avesta re li dar xist. Laleş Avesta di encama êrişa kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de li çiyayên Kurdistanê de şehîd bûbû.

22 sibat, 2023   13:03
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji gerîlaya êzidî Çaklîn Elî (Laleş Avesta) re li Mala Êzidiyan a li navçeyê li dar xist.

Di merasîmê de şênî, şandeyên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên herêma Cizîrê amade bûn.

NPG′ê duh nasnameya Çaklîn Elî ku di 11′ê Tîrmeha 2022′yan de di êrişeke kîmyewî de şehîd bûbû, eşkere kiribû.

Di merasîmê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Silêman axivî û berxwedana hêzên gerîla li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker pîroz kir.

Cewahirê got: "Berxwedana şehîd Laleş û hevrêyên wê li çiyayên Kurdistanê hemû hewlên qirkirina gelê Kurd û gelên têkoşer têk birin."

Dûre endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Mihemed Zêdan wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker rewşên navneteweyî bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bîne û herêmê dagir bike. Em ê berxwedan û têkoşîna xwe dewam bikin."

Hevserokê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Farûq Tozo rola hêzên gerîla di parastina civaka êzidî de pîroz kir û wiha got: "Cîhanê hemû sekinî û li komkujiyên li dijî me temaşe kirin. Lê tenê hêzên gerîla bi hawara me ve hatin"

Tozo wiha domand: "Şehîd Avesta rastiya komploya mezin a li dijî gelan nas kir, ji lew re rahiştê çekê û berê xwe da çiyayên Kurdistanê."

Endama Kongra Star a Tirbespiyê Xaliye Ehmed jî wiha got: "Têkoşîn û berxwedana jina Kurd li cîhanê bûye nimûne."

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb da zanîn ku divê pêkhateyên herêm hevgirtî bin û yekitiya xwe li hember êrişên dagirkirinê xurt bikin.

Apê şehîd Avesta Nezîr Gernas Fereman jî soz da ku ew ê heta serkeftinê tê bikoşin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA