Li Hesekê merasîma xiyabî ya Diyar Serêkaniyê û Dilşêr Efrîn

Şêniyên Hesekê û endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîma xiyabî ya şehîd Diyar Serêkaniyê û Dilşêr Efrînê bûn û soza xwe ya dewama têkoşînê heta pêkanîna armancên şehîdan dubare kir.

Li Hesekê merasîma xiyabî ya Diyar Serêkaniyê û Dilşêr Efrîn
Li Hesekê merasîma xiyabî ya Diyar Serêkaniyê û Dilşêr Efrîn
Li Hesekê merasîma xiyabî ya Diyar Serêkaniyê û Dilşêr Efrîn
Li Hesekê merasîma xiyabî ya Diyar Serêkaniyê û Dilşêr Efrîn
Li Hesekê merasîma xiyabî ya Diyar Serêkaniyê û Dilşêr Efrîn
Li Hesekê merasîma xiyabî ya Diyar Serêkaniyê û Dilşêr Efrîn
Li Hesekê merasîma xiyabî ya Diyar Serêkaniyê û Dilşêr Efrîn
Li Hesekê merasîma xiyabî ya Diyar Serêkaniyê û Dilşêr Efrîn
22 sibat, 2023   13:23
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîma xiyabî ji gerîla Nûrî Dalo (Dilşêr Efrîn) ku di 11′ê Tîrmeha 2022′yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûye û ji şervanê YPG′ê Elî Omer (Diyar Serêkaniyê) re ku li Serêkaniyê di 2014′an de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê li dar xist.

Şêniyan alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên her du şehîdan hilda û diruşmên "Bijî berxwedana şehîdan û şehîd namirin" berz kirin.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beraa Salih axivî û wiha got: "Fikirê demokratîk a Rêber Ocalan ku banga biratiya gelan û rizgariya wê dike hişt ku şêniyên wê li ser wê metodê bimeşin heta gihaştin şehadetê."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê Hisên El Selmo behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: "Ruxmî hewlên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê lê armancên wê pêk nehatin û dê li hember berxwedana hêzên me yên leşkerî têk biçin."

El Selmo behsa pêwîstiya sekna li hember van êrişan kir û wiha domand: "Hêzên leşkerî li hember çi êrişeke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade ye bersivê bide. Em soz didin ku heta pêkanîna serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li ser şopa şehîdan bin."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Merasîm bi diruşmên silavkirina berxwedana şehîdan û bijî berxwedana Rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA