​​​​​​​Li Til Temirê bîranîna 90 şehîdan

Bi hatina salvegera 8′an a êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên li dijî Til Temir û gundewarên wê re, şêniyên navçeyê 90 şehîdên 23′yê Sibata 2015′an bi bîr anîn.

​​​​​​​Li Til Temirê bîranîna 90 şehîdan
​​​​​​​Li Til Temirê bîranîna 90 şehîdan
​​​​​​​Li Til Temirê bîranîna 90 şehîdan
​​​​​​​Li Til Temirê bîranîna 90 şehîdan
​​​​​​​Li Til Temirê bîranîna 90 şehîdan
​​​​​​​Li Til Temirê bîranîna 90 şehîdan
​​​​​​​Li Til Temirê bîranîna 90 şehîdan
22 sibat, 2023   12:55
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Til Temirê ya Hesekê û endamên saziyên leşkerî û sivîl li qada Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê kom bûn û 90 şehîdên di êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên 23′yê Sibata 2015′an de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Li qadê wêneyên şehîdan û alên hêzên leşkerî hatin daliqandin.

Di merasîma bîranînê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Çinar Salih axivî û tevahî şehîdên di oxira têkbirina terorê de canê xwe daye, bi bîr anîn. Çinarê got: "Em îro karwanê şehîdên di oxira azadî û aştiyê de canê xwe daye, bi bîr tînin."

Li ser navê hêzên leşkerî  ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda axivî û wiha got: "Şêniyên Til Temirê şahidê êrişên DAIŞ′ê yên 2015′an ên ji bo têkbirina mozaîka bajêr bûn. Lê hêzên me bi hemû hêza xwe parastina bajêr kir."

Dûre endama rêveber a Meclisa Parastina Xabûrê Madlên Xemîs şehîdên berxwedana Xabûrê bi bîr anîn û wiha got: "Ji ber êrişên DAIŞ′ê yên li dijî navçe û gundewarên wê gel koçber bû û 33 gund vala bûn."

Madlên wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên niha li dijî Til Temirê dubarebûna senaryoya têkbirina DAIŞ′ye."

Madlên soz da ku ew ê li hember hemû gefan bibin mertal.

Merasîm bi xwendina nasnameyên 90 şehîdan bi dawî bû.

DAIŞ′ê di 23′yê Sibata 2015′an de êrişî Til Temir û gundên wê kir û piştî berxwedana 3 mehan navçe û gundên wê hatin rizgarkirin.

(fr)

ANHA