​​​​​​​Projeya sererastkirina pompe û kanalên avdanê bi dawî dibin

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê projeya pompe û kanalên sereke yê avdanê bi dawî dike. Tê payîn ku pompe û kanal 25ʹê Sibatê bikevin xizmetê.

​​​​​​​Projeya sererastkirina pompe û kanalên avdanê bi dawî dibin
22 sibat, 2023   04:45
REQA – ENES MIHEMED

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê restorekirina kanalên sereke û şaxî yên avdanê yên li gundewarên bajar didomîne. Her wiha pompeyên avdanê sererast dike.

Rûbera erdê avî li Reqa û gundewarên wê derdora 90 hezar hektarî ye. Jê 45 hezar hektar bi rêya pompeyan û 45 hezar hektar bi rêya kanala Raha ya ku pêwîstiya wê bi pompeyan tune ye, tên avdan.

Ji kanala bingehîn a ku avê ji bendava Firatê dikişîne, 5 kendal (Belîx, Çiraxa Çep, Sehlebiya Jêrîn, Sehlebiya Jorîn, Wadî Feyd) derdikevin. Ev kanal jî ji kanalên şaxê pêk tên ku erdên çandiniyê av didin.

Li gorî hevserokê Nivîsgeha Avdanê ya Reqayê Mihemed El Elî, li gundewarên Reqayê 25 pompeyên avdanê hene. 4 stasyonên sereke (Firata Navîn, Kerama, Tawî Riman, Til Semin) hene.

Pêwîstiya erdên çandiniyê yên gundewarên Reqayê bi 29 metrekab ava bendavê heye. Ev rêje li kanalên sereke tê belavkirin. Mînak pêwîstiya kanala Sehelebiya Jorîn bi 7 metrekab heye, Sehlebiya Jêrîn bi 9 mîtrekab, kanala Belîx a sereke bi 8 mîtrekab, kanala Wadî Feydî bi 3 mîtrekab, kanala Çiraxa Çep bi 2 mîtrekab ava bendavê heye.

El Elî diyar kir ku ji bo xebitandina stasyonên restorekirî wekî Kerama, Tawî Riman, Çiraxa Rast, Firat û Qermîd wan bernameyeke danîne û got: "Ev stasyon wê ji saet 04:00ʹan heta 17:00ʹan ve bixebitin. Ji bo stasyona Bîr El Heşim jî wê 24 saetan were xebitandin."

El Elî diyar kir ku wan kanalên ji xizmetê derketibûn mîna kanala Çiraxa Rast, kanala Wadî Feyd û Sawas a Bîr El Heşim sererast kirin.

El Elî anî ziman ku kanala Sihlebiya Jorîn bi dirêjiya hezar û 50 mîtreyî tê sererastkirin û got: "25ʹê vê Sibatê dê tevahî stasyon bikevin xizmetê."

(bb)

ANHA