​​​​​​​Tevlêbûna kampanyaya komkirina îmzeyan berfireh dibe

Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ahîn Elî diyar kir ku gelê herêmê di pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, pabendiya xwe ya bi ramanên Rêber Ocalan nîşan da. Ahîn Elî bal kişand ser tevlêbûna xurt a pêkhateya Ereb.

​​​​​​​Tevlêbûna kampanyaya komkirina îmzeyan berfireh dibe
21 sibat, 2023   23:40
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja 22ʹyê Çileya borî bi dirûşma "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin" kampanyaya komkirina îmzeyan ragihand.

Heta 9ʹê Sibatê, 892 hezar îmze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin komkirin.

Biryar bû ku kampanya 15ʹê Sibatê bi dawî bibe, lê ji ber mijûlbûna şênî û saziyan bi komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê, dema kampanyayê hat dirêjkirin.

Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ahîn Elî diyar kir ku komîteyên şopandina kampanyayê ji partiyên siyasî û saziyên civakî yên bi pêşengiya TEV-DEMʹê pêk tê.

Ahîn Elî li ser rêveçûna kampanyayê got: "Destpêkê, komîte li ser asta bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin. Ya girîng ew e ku komîte li ser pêşniyarên şêniyan bi xwe hatine avakirin. Ev komîte derbasî hemû malan dibe û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dixebite."

‘TEVLÊBÛNA EREBAN XURT E’

Ahîn Elî beşdarbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo kampanyayê wiha nirxand: "Tevlêbûn xurt e. Tevlêbûna pêkhateyê Ereb xurt e, bi sedan şêniyan îmze kir û daxwaza rakirina tecrîdê kir."

Ahîn Elî diyar kir ku kampanyaya komkirina îmzeyan li kantona Hesekê bi dawî bû û di demên bê de dê li herêmên din jî bi dawî bibe. Her wiha anî ziman ku li herêma Cizîrê hejmara ku ji bo komkirina îmzeyan hatibû diyarkirin, derbas kirine.

Ahînê diyar kir ku gelê herêmê di pêngava komkirina îmzeyan de, girêdana xwe ya bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û got tevî mercên ewlehî û erdhejê jî şêniyan bi israr û îradeyeke xurt kampanya domand û li ser vî esasî dema kampanyayê hat dirêjkirin.

Ahîn Elî îşaret pê kir ku li ser daxwaza şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema kampanyayê hate diyarkirin û bi bîr xist ku li Şamê jî kampanya didome.

Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ahîn Elî di dawiyê de got: "Em ê çalakî û têkoşîna xwe dewam bikin heta ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin. Ya girîng ji bo me ew e ku helwest û daxwazên gel ên dijî tecrîdê nîşan bidin."

(bb)

ANHA