Jinên hiqûqnas: Dewleta Tirk pabendî tu qanûnên navneteweyî nîn e

Jinên hiqûqnas ên ji Reqa û Hesekê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga zêdekirina çalakiyên li dijî tecrîdê kir.

Jinên hiqûqnas: Dewleta Tirk pabendî tu qanûnên navneteweyî nîn e
22 sibat, 2023   03:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker pergala tecrîda girankirî li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Bi wê yekê û di nava bêdengiya rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî, qanûnên navneteweyî binpê dike.

Endama Yekitiya Parêzeran a Reqayê hiqûqnas Xedîce Bedêwî li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan axivî û wiha got: "Ji dema Rêber Ocalan hate revandin ve, bi rêbazeke rewa nehate darizandin."

Xedîce behsa dan û standina nebaş a di girtîgeha Îmraliyê de li dijî Rêber Ocalan got: "Dadgeha ku ceza li dijî Rêber Ocalan ferz kiriye ne rewa ye û nabe ku bibe dadgeh."

Xedîce wiha pê de çû: "Rêber Ocalan ji mafên xwe yên hiqûqî bê par e, hevdîtinên bi xizm, malbat û parêzeran re qedexe ye. Ev hemû nîşan didin ku hikumeta Tirkiyeyê ev darizandin bi awayekî adilane nemeşandiye."

Xedîce bal kişand ser bêparhiştina Rêber Ocalan ji ‘mafê hêviyê’ û ev tişt got: "Li gorî naveroka mîsaqên navneteweyî, ger kesek cezayê muebbedê lê hate ferzkirin, divê piştî 25 salan ji ragirtinê (ev dem ji dewletekê heta dewletekê tê guhartin) were berdan. Niha di ser girtina Rêber Ocalan re 23 sal debas bûne, lê dewleta Tirk pabendî van qanûnan nabe."

Li aliyekî din jî hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Rîm El Şenae wiha got: "Ji dema revandina rêber û ramyar Ocalan ve, di bin tecrîdeke giran de ye û ev jî binpêkirina qanûnên navneteweyî ye."

Rîm behsa bêparhiştina Rêber Ocalan ji ′mafê hêviyê′ û serbestberdana wî li gorî tevahî qanûnên navneteweyî û binpêkirina qanûnan kir û wiha pê de çû: "Divê tecrîd bê bidawîkirin û Rêber Ocalan serbest be."

′RÊBER OCALAN KILÎTA ÇARESERIYÊN PIRSGIRÊKÊN LI ROJHILATA NAVÎN E′

Endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan hewl dide hevdîtin bi Rêber Ocalan re pêk neyê û wiha got: "Ji ber ku dizane fikrên wî dê bibin kilîta çareseriyan ji hemû pirsgirêk û azarên gelên Rojhilata Navîn."

Jiyan wiha domand: "Fikrên Rêber Ocalan ne tenê xwedî çareseriyên li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ne, lê belê ji hemû cîhan û Rojhilata Navîn û azarên jin di vê demên hestiyar de dikişînin re ne."

Jiyan bal kişand ser azadiya ku Rêber Ocalan ji jinan re pêşkêş kiriye û diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ û wiha lê zêde kir: "Divê hemû jinên li hundir û derve dijîn xeleka têkiliyên xwe bi aliyên hiqûqî û têkildar re ji bo bidawîkirina tecrîdê xurt bikin."

Endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hesekê Selwa Ehmed jî wiha got: "Fikir û felsefeya Rêber Ocalan li gorî bingehên azadî û neteweya demokratîk in. Ji ber ku xwe dispêre pêkanîna azadiyê ji hemû gelan re."

Selwa wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê hemû gelên cîhanê û Rojhilata Navîn li hember dijmin bisekinin û di oxira azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan de bi vîneke xurt li ber xwe bidin."

(fr)

ANHA