​​​​​​​ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-2-2023

​​​​​​​ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-2-2023
21 sibat, 2023   23:00

Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li bajaroka Xana ya navçeya Girkê Legê meşekê li dar dixe. Saet di 17:00`an de. (Bi wêne û dîmen)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo şehîd Jaklîn Elî Silêman (Laleş Avesta) ku li herêma Zapê şehîd bibû, li Mala Êzidiyan a li bakurê navçeyê merasîma xiyabî li dar dixe. Saet di 10:00`an de. (Bi wêne û dîmen)

Rêxistina Malva ya huner û çandê bi sernavê “amûrên mûzîkê û pîşeyên girêdayî wê li bajarê Qamişlo” li taxa Wista ya bajarê Qamişlo panelekê li dar dixe. Saet di 10:00`an de. (Bi wêne û dîmen)

Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ahîn Elî diyar kir ku gelê herêmê di pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, pabendiya xwe ya bi ramanên Rêber Ocalan nîşan da. Ahîn Elî bal kişand ser tevlêbûna xurt a pêkhateya Ereb. (Bi wêne û dîmen)

Piştî erdheja 6`ê Sibatê li herêmên hikumeta Şamê li gel rewşa xirab a ewlehiyê, diyardeya diziyê zêde belav bûye. Welatî gazinan dikin ku alîkariyên navneteweyî bi awayekî adil nayên belavkirin û malên ziyandîtî hîne nehatine kontrolkirin. (Bi wêne û dîmen)

Jinên hiqûqnas ên ji Reqa û Hesekê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga zêdekirina çalakiyên li dijî tecrîdê kir. (Bi wêne û dîmen)

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê projeya pompe û kanalên sereke yê avdanê bi dawî dike. Tê payîn ku pompe û kanal 25ʹê Sibatê bikevin xizmetê. (Bi wêne û dîmen)

Mudîra Têkiliyên Giştî ya Komeleya Jinan a Xêrxwaziyê ya Fîlistînê ya li Lubnanê Sûad Ebdurehman bang li azadîxwazên cîhanê kir ku berê xwe bidin balyozxaneyan û ji bo serbestberdana Rêber Ocalan çalakiyên protestoyî li dar bixin. (Bi wêne û dîmen)

ANHA