Li rojhilatê Girê Spî çeteyekî dagirker hat kuştin

Li gundewarê kantona Girê Spî ya dagirkirî çeteyekî dewleta Tirk a dagirker ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

Li rojhilatê Girê Spî çeteyekî dagirker hat kuştin
21 sibat, 2023   20:51
 EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekî xwecihî ji kantonê hatine wergirtin, çeteyê hatî kuştin Izzedîn Salih e û bi navê “Ebû Cabir Iqtîsadiyê” tê nasîn.

Hat ragihandin ku çeteyê dagirker dema li ser rêya di navbera kantona Girê Spî û navçeya Silûkê (li rojhilatê Girê Spî) bû, ji aliyê kesên nenas ên li ser motorsklêtê ve hatiye kuştin.

(cx)

ANHA