​​​​​​​Li Rojhilatê Kurdistanê 3 girtî hatin darvekirin

Hat ragihandin ku li Girtîgeha Urmiyê ya bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 girtî hatine darvekirin.

​​​​​​​Li Rojhilatê Kurdistanê 3 girtî hatin darvekirin
21 sibat, 2023   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku îro danê sibehê li Girtîgeha Urmiyê girtiyên bi navên Sedula Ferecî, Wehîd Beyzanî û Emîr Elî Bayrimî hatine darvekirin.

Hat ragihandin ku cezayê darvekirinê bi sûcdariya “kuştina bi zanabûn” li wan hatibû birîn.

Her sê girtî di 19’ê Sibatê de ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê di hucreyên yek kesî de hatibû hiştin.

Li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê, di nava du hefteyan de li Urmiyê 7 kes hatine darvekirin.

(cx)